ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-01 09:00:00   *Li gundê jinê JINWARê yê girêdayî Bajarê Dirbêsiyê ya Herêma Cizîrê, jin bi kedeke giranbiha jiyanek wekhev û azad dijîn. Di çarçoveya pergalek wekhev de jin xwe birêve dibin û dibêjin em feyza xwe ji xweza û pergala komînal a JINWARê digirin. BI DÎMEN   *Mîna her demsalên biharê îsal jî baxçeyên ku di 4'ê Nîsanê de hatine çandin kulîlk vedan. Li Taxa Sûrmeliyê baxçeyê ku bi navê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye binavkirin bi vedana kulîlkan mizgîniya biharê dide. BI DÎMEN   *Li gorî îdiayan li Qoserê midûrê Lîseya Anadolu a Teknîk û Pîşeyî ya Îbnî Sîna Î.K. xwendekarê ku li dibistanê muzîka kurdî guhdar kiriye di nav xwendekaran de û piştre jî li odeya xwe  tehdîd û derb kiriye.   *Li Farqînê qeyûmê ku Navenda Jinan a Meya veguhert ‘Navenda Piştgiriya Malbatê ya Meya’ qursên li vir jî veguhert qursên nexş dirûn û pastevaniyê. Jinên rastî şîdetê tên jî berê wan didin qeymeqamtiyê û hat hînbûn ku jinan bi zorê dibin mîtîngên AKP’ê.   *Berfîn G ya sê roj berê li Dêrikê li kolane bi zora çekê hat revandin, hîna agahî jê nehatiye girtin. Jinên Endamên Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê diyar kirin ku divê bûyer demildest bê ronîkirin û ji bo Berfîn bê dîtin her tişt bê kirin. BI DÎMEN