Jinên Aşûrî amadekariya cejna "Fisih" dikin 2018-03-31 17:40:11   Ronîda Hacî     TILTEMIR - Bi boneya hatina Cejna Aşûriyan ya "Fisih" ku di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin, jinên Aşûrî amadekariyê dikin.    Her sal di 1'ê Nîsanê de gelê Aşûrî Cejna Fisih pîroz dikin. Li gor baweriya Aşûriyan  di vê rojê de Hezretî Îsa piştî 3 rojan ji gora xwe rabûye. Lewma gelê Aşûrî vê rojê weke rojek pîroz  dibînin. Her wiha gelê Aşûrî ji bo pêşwazîkirina cejna Fisih hêkan bi rengên cuda boyax dikin û şêraniyê amade dikin.   Jina Aşûrî ya bi navê Remîna Margêl Cejna Fisih pîroz kir û wiha got: "Ez vê cejnê li tevahî gelê Aşûrî pîroz dikim. Em vê rojê weke cejna Aşûriyan pênase dikin. Em hêvî dikin ku ev cejna bibe sedema aştî û azadiyeke mayinde."        Cemîla Kako jî cejna Fisih pîroz kir û diyar kir ku di vê rojê de ew gelek bextewar dibin û wiha got:"Em di vê rojê de hêka dikelînin û boyax dikin. Hêk di vê rojê de tê wateya navnîşana jiyanek nû. Em dixwazin ev roja bibe vesîleya rojên xweş û ronî. "