ÎRA: Çapemeniya azad wê rêwîtiya heqîqetê berdewam bike 2018-03-31 14:15:59   STENBOL - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Adarê vê carê ji bo piştgiriyê bide Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê daxuyanî da. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan, diyar ku dê kevneşopiya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapemeniya azad berdewam bikin. Boltan, anî ziman ku dê di her şert û mercan de rastî û heqîqetê bidomînin.    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ku her meh rapora mehane li Amedê aşkere dike, vê carê ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, rapora Adarê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê aşkere kir. Li salonê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bedengkirin" vekirin. Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nûnerên çapemeniyê û gelek rojnameger tev li daxuyaniyêbûn. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan daxuyanî da.    Çapemeniya cuda naxwazin   Hakki, diyar kir ku meha adarê ji bo çapemeniyê û rojnamegeran bû meha zext, ceza û binçavkirinan û wiha got: "Bû meha yek dengiyê. Êdî li Tirkiye deng û çapemeniya muxalif nayê xwestin. Çapemeniya yek tîp û yek teng tê xwestin. Çapemeniya muxalif her gav dikare dengê wê bê qutkirin. Yên nikarin bikirin bi riya qeyûmê desteser dikin. Firotina Koma Medya ya Dogan rê li pêş şikandinek mezin ya çapemeniyê vekir. Ji niha û şûnde Rêveberiya Qesrê dê bêtir hewl bide tenê çapemeniya ku cih dide yek dengî derxe pêş. Piştî înternet xistin bin kontrola RTUK'ê û Koma Dogan firotin, niha jî bi riya Qeyûmê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun desteser kirin. Ev aşkere nîşan dide ku Qesr dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe."     AKP dixwaze medyayê kontrol bike   Hakki, da zanîn ku di hefteyek dawî de îktidara AKP'ê weşanên întertenê bi destûra RTUK'ê ve girê  da û wiha got: "Bi vê yekê îktîdara AKP'ê dixwaze bi hêsanîtir medya kontrol bike. Li aliyê din Koma Medya ya Dogan ku bi hemû hêza xwe xizmeta îktîdarê dikir jî ji ber ku di qada aborî de serbixwe bû firotin û xistin destê patronan. Hem di qada aborî de û hem jî di qada polîtîkaya weşanê de xistin bin desthilatdariya xwe. Bi vê yekê jî nehat ser şev nîvê şêvê (27 Adar 2018) polîsan bi ser Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku tekane nûneriya çapemeniya azad e girtin. Dîsa bi ser Çapxaneya Gun a Ozgurlukçu Demokrasî lê tê çapkirin de girtin û dest danîn ser. Hemwext bi ser rojname û çapxaneyê de girtin û li aliyê din Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasım Zengîn jî di navde 27 xebatkarên çapemeniyê binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Hişmendiya ku dixwazin bi ve yekê Çapemeniya Azad bêdeng bikin, xuya ye ku tiştek ji têkoşîn û kevneşopiya me ya 30 salan fam nekirine."     'Çapemeniya azad dê şopdarê heqîqetê be'   Hakki, da zanîn ku çapemeniya azad her dem di şopa heqîqetê de dimeşe û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê bedelên giran dan. Avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Li kolanan rojnameger hatin infazkirin. Bi hizaran sal cezayê girtîgehê dan xebatkarên çapemeniyê. Lê qet û qet dest ji têkoşîna şopa heqîqetê bernedan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku desteser kirin jî berdewama mîrateya vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê kevneşopiya Çapemeniya Azad dê di her şert û mercan de astengiyan derbas bike û şop û rêya heqîqetê berdewam bike."     Hakki, îktîdar hişyar kir û wiha got: "Em bang li îktîdarê dikin ku dest ji van rêbazên ku dixwazin medya alternatif û muxalif bêdeng bikin berdin. Em îktîdarê hişyar dikin û dibêjin ev rê û rêbaz Tirkiye dixe nava rêya ku Tirkiye dibe rojên tarî. Îktîdar bi girtina rojnamegeran, bi tayînkirina qeyûman, bi desteserkirina rojname û çapxaneyê nikare hebûna xwe berdewam bike. Bi van polîtîkayan welat dike baxê bê strî û bê gul. Yên ku baxê Tirkiye bê gul û strî dihêlin, bila zanibin ku di sedsala 21'an de dê nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin.  Di asta em hatinê de, hikûmetê hemû medya muxalif û dengê muxalif kirine hedefa xwe. Bi van pêkanînên hikûmetê xuya dibe ku tu medya muxalif û alternatif tehamul nake û qebûl nake. Xuya dike ku dê destûr nede kesî. Ji bo vê yekê serî li hemû rê û rêbazên zorê dide.  Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad em bang li hemû rojnamegerên wêrek û saziyên çapemeniyê yên muxalif dikin ku şêwirmendiyê xurt bikin.  Li dijî polîtîkayên zext, tundî, çewsandin û siyaseta bêdengkirinê em bi hevre şewirmendiyê xurt bikin û mafê gel ê xwedî agahiyê biparezin.  Di tu serdema dîrokê de rastî teslîmî derewan nebûye. Tu carî rastî li hemberî derewan têk neçûye û têk naçe."     Boltan rapora Adarê aşkere kir û ev agahî dan:    170 rojnameger girtî ne.  41 rojnameger hatin binçavkirin.  2 rojnameger hatin girtin.  3 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.  83  rojnameger hatin darizandin. Ji vana der barê 30 rojnamegerî de ceza hat birîn. Li 30 rojnamegeran bi tevahî 178 sal û 4 meh ceza hat birîn.  1 rojname û 1 çapxane qeyûm tayînî wan hatin kirin.  1 rojnameger qunçiknivîsên wî hatin sansurkirin.   Koma Medya ya Dogan hat firotin.  Înternet ket bin venêrtina RTUK'ê  Rojnameyek 12 caran ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin."    Em ê dagirkeriyê hilweşînin   Herî dawî Serokê Basin ÎŞ a DÎSK'ê Faruk Eren jî axivî û diyar kir ku ew dê bi piştevanî û şewirmendiyê vê dagirkerî, dorpêç û zextên li ser çapemeniyê bişkînin.