Têkoşîna jinên Efrînî berdewam dike 2018-03-31 09:02:29   Tolîn Muhemed-Lîlav Elî   ŞEHBA - Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de gelê Efrînê ji bo pêşî li komkujiyên mezin bê girtin û ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Jinên ku li Şehbayê bi cih bûn têkoşîna xwe berdewam dikin û dibêjin ku tu hêz û hişmendî nikare ji biryarama me ya berxwedanê re bibe asteng.    Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de gelê Efrînê ji bo pêşî li komkujiyên mezin bê girtin û ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Jinên Efrînê tevî hemû zext û zordariyan berxwe didin û ji bo li ser lingên xwe bisekinin xwedî li têkoşîna xwe ya bi rûmet derdikevin.    Jina bi navê Fatmê Hecî ya temenê wê 42 salî û dayika 3 zarokan e diyar kir ku ew ji bo di warê aboriyê de li ser lingan bisekine dixebite û got:"Em ji ber êrîşên dewleta tirk hatin Şehbayê. Dewleta tirk her roj bombe bi ser me de dibarand û gelek sîvîl qetil kirin. Ez niha jî ji bo li ser lingên xwe bisekinim û zarokên xwe xwedî bikim seyarfiroşiyê dikim. Dema ku em li  Efrînê bûn em bextewar bûn, di warê aboriyê de pirsgirêkên me tunebûn. Lê piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kirin malên me hilweşandin û em ji axa me kirin."   'Zarokên me hatin mexdûrkirin'   Fatmayê da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê zarokên wan hatin  mexdûrkirin û wiha dewam kir:"Ji ber êrîşên dewleta tirk zarokên me di warê derûniyê de gelekî nebaş bûn û ji dibistanên xwe man. Mafê zarokên me hatin binpêkirin. Divê mafê zarokan li her aliyê cîhanê bê parastin. Lê dewleta tirk zarok neparast êrîşî wan kir û ew qetil kir. Niha ez ji bo zarokê xwe û ji bo dîsa vegerim ser axa xwe berxwe didim."   'Em dev ji doza xwe bernadin'   Fatmayê anî ziman ku ew ê heta dawî ji bo doza xwe têbikoşe û piştgriyê bide berxwedana serdemê ya Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Axa me namûs û şerefa me ye em ê heta dawî ji bo namûs û şerefa xwe têbikoşin. Heta em dîsa vegerin ser axa xwe em ê her dem berxwe bidin. Çimkî Efrîn axa  gelê Kurd e, em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin."