ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-31 09:00:00   *Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de gelê Efrînê ji bo pêşî li komkujiyên mezin bê girtin û ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Jinên ku li Şehbayê bi cih bûn têkoşîna xwe berdewam dikin û dibêjin ku tu hêz û hişmendî nikare ji biryarama me ya berxwedanê re bibe asteng.    *Dildara doza zimanê xwe Dayika Hindê ku bi salan e ji bo zimanê Kurdî xizmetê dike anî ziman ku zimanê dayikê hebûna mirova ye û got:"Divê hemû dayik li zimanê xwe xwedî derkevin".   *Li dijî AVM’yan bazarên alavên kevn ku bûne cihên veguhestinê di bin êrîşa sîstematîk de ne. BI DÎMEN   *Hevseroka Sendîkaya Kar a Giştî ya DÎSK' ya Mêrdînê Berîvan Doken rewşa 129 karkerên şaredariyê yên li Mêrdînê ku bi pirsa ‘Kê Efrîn girt?’ ji derveyê kadroyê  hatin hiştin, nirxand û wiha got: “Tayînkirina qeyûman ji roja ewil heta niha parçeyek polîtîkaya dagirkirinê bû. Piştevanî û têkoşîna me ya bi karkeran re wê bidome.” BI DÎMEN   *Ji aliyê DEDAŞ’ê ve li Mêrdînê elektîrîka 280’ê gundî hat birîn û hewcedariyên jiyanî niha hatine rawestandin. Jinên gundê ku ev hefteyeke di tariyê de ye wiha bertek nîşan dan: “Di bin vê de tiştên din hene. Madem deynê me heye bila bên fatureyan nîşanî me bidin. Ev hefteke em nikarin zarokan bişon.” BI DÎMEN   *Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa diyar kir ku gelê Efrînê serîhildana 58 rojan a li dijî hovîtiyê berdewam dikin û got:"Plana sedsala 21'emîn a herî mezin di şexsê Efrînê de li Kurdan hat kirin. Lê heta ku ev bawerî û serîhildana gel hebe bila kêfa dagirkeran nê."   *Piştî ku kayim tayînî ser Matbaaya Gunê bû ji ber gef û zextan tu matbaayan Rojnameya Kurdî ya Welat çap nekir. Gerînendeya Karê Nivîsê ya Rojnameya Welat Elifcan Alkan anî ziman ku hukumet li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi zext û gefan nahêle hemû rojnameyên muhalîf bên çapkirin û got çi dibe bila bibe em ê rastiyan ragihînin gel. BI DÎMEN