Banga Efrîniyan a ji bo saziyên navneteweyî:Berpirsiyariya xwe ya mirovî û ehlaqî bi cih bînin 2018-03-30 14:13:07         ŞEHBA-Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û  Wargeha Berxwedana Serdemê derbarê êrîşên li ser Efrînê û koçberên li Şehbayê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin:"Em bang li raya giştî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û  wek berpirsiyariya ehlaqî alîkariya mirovî bikin.    Gelê Efrînê ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê neçar man ku derbasî Kantona Şehbayê bibin. Gelê Efrînê ji bo raya giştî ya navneteweyî têkeve tevgerê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberiya Xweser a Efrînê û Şehbayê û gelek kesên ku di kampê de dijîn beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li "Kampa Berxwedanê" hat kirin bûn.    Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê rêvebira kampê Nurşan Husên, ya bi Erebî jî ji aliyê Cihan Mihammed hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kantona Efrînê li pêş çavên hemû cîhanê hat dagirkirin û ji komkujiyekê derbas bû, gelek sîvîl jî ji ser axa xwe hat koçberkirin û wiha dewam kir:"Gelê ku ji talankerî û gaspê serî natewînin tên qetilkirin. Dewleta tirk ji aliyê komên ku girêdayi wê ye dixwaze demografiya Efrînê biguhere û dixwazin sîstema xwe ya dagirker û mêtinger ava bikin. Gelê Efrînê ji aliyê artêşa NATO'yê ya duyem dihat bombebarankirin. Ji bo ku gel bi qetlîamek mezin rû bi rû nemîne, derbasî Şehbayê bû û niha li wir berxwedana xwe didomînin. Gelek sîvîl jî mecbûr man ku derbasî Nubil û Zehrayê bibin. Lê bila  ev paşvekişandina şaş neyê famkirin. Ev gel hîn berxwedana xwe didomîne. Gel dixwazin dîsa vegerin Efrînê. Niha gel li Şehbayê di nava şerd û mercên dijwar de têkoşîna xwe didomînin. "   'Bila wein gelê sîvîl li cihê wan bibînin'   Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hat rexnekirin û wiha dewam kir:"Êdî dawî li bêdengiya li dijî tifaqa AKP-MHP'ê û  çeteyên girêdayî wan bînin. Tiştên ku li Efrînê tê jiyîn êdî bibînin. Demildest li Gelê Efrînê yê koçber xwedî derkevin. Alîkariya mirovî bikin û perpirsiyariya xwe ya ehlaqî bi cih bînin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û li Bijîşkên ku Sînoran Nas Nakin dikin ku werin gel di cihê wan de bibînin û peywira xwe ya mirovatiyê bi cih bînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bimre dagirkerî û terorîzm" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.