Xwendekara Ozgurlukçu Demokrasiyê: Ev ne dawiya me dawiya wan e 2018-03-30 11:48:42   ÎZMÎR - Ji xwendekarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê  Alev Ozkeleş, Diyar kir ku piştî Efrinê iktîdar bêtir aciz bûye û wiha  got: " Em ne bêhêvî ne. Ev ne dawiya me dawiya wan e .Em ê ne hînî qeyûman û ne jî hînê vê pêvajoyê bibin."   Piştî ku bi ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ya navenda wê li Beyogluya Stenbolê ye û bi ser Çapxaneya Gun de hat girtin û ji aliyê TMSF'ê de hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hat kirin ji her alî bertekên gel zêde bûn.   Ji xwendekarên rojnameyê Alev Ozkeleş, bal kişand ser zextên li ser hemû beşên civakê ku di demên dawîn de zêde bûne. Alev tundiya li ser çapemeniya azad wekî yekrengkirinê bi nav kir û got ku nûçeyên pitî êrîşên li ser Efrînê hatin weşandin îktîdar aciz kirine. Alev destnîşan kir ku îktîdar her dema ku dikeva zorê êrîşî çapemeniyê dike û wiha got: "Em ne bêhêvî ne û em hînî qeyûm û pêvajoya OHAL'ê nabin.  Di bedêla ku em aciz bibin em ê li ber xwe bidin."   'Piştî Efrinê aciziya wan zêde bû'   Alev anî ziman ku dixwazin bi riya bêdengkirina çapemeniyê ser rastiyan bigirin û got ku ger bêdengî berdewam bike wê ev zordestî zêde bibe.  Alev wiha berdewam kir: Qeyûm tayînî gelek şaredariyan hat kirin. Nıhajî qeyûman tayînî rojnameyan dikin.  Ev ji bo ku tecrît bê hêsankirin e.  Wekî ku gel qeyûman dipejirîne tê nîşandan.  Bi êrîşên li ser çapemeniya azad re tê xwestin ku di warê çapemeniyê de jî yekrengî bê kirin û ser rastiyan bê girtin."