Jinên Efrînî: Em ê bi têkoşînek bi rûmet vegerin Efrînê 2018-03-30 09:02:21       Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   EFRÎN - Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn anîn ziman ku ew ê heta dawî têbikoşin ku dîsa vegerin ser axa xwe û gotin:"Dewleta tirk me ji mala me û axa me kir. Lê tevî hemû zext û zordestiyan em li ber xwe didin da ku em vegerin ser axa xwe."   Tevî êrîşên dewleta tirk ên hem ji bejayî hem jî ji hewayê gelê Efrînê du mehan li ber xwe dan. Ev berxwedana di dîrokê de wekî "Berxwedana Serdemê" hat nivîsandin. Ji ber ku gelê Efrînê bi axa xwe girêdayî bû û baweriya xwe bi hêzên YPJ/YPG'ê dianîn, du mehan berxwe dan û ev berxwedan hîn didome. Jinên ku ji bo ewlehiya xwe û zarokên xwe ji Efrînê derketin diyar kirin ku wan hêviya xwe winda nekirine û ji bo dîsa vegerin ser axa xwe ew ê hêz û têkoşîna xwe mezintir bikin.   Fehîme Ehmed diyar kir ku ew ji ber rewşa koçberiyê gelek zehmetiyan dikişînin lê hêviya xwe tu carî winda nake û wiha got:"Dewleta tirk bû sedema qetilkirina gelek zarokên ku wateya şer nizanin. Ji bo em zarokên xwe ji tank û topên dewleta tirk biparêzin em derbasî Şehbayê bûn. Lê tevî hemû astengî û êrîşan em berxwe didin û em dev ji têkoşîna ji bo rizgariya Efrînê bernadin."    'Em hêza xwe ji têkoşîna xwe digirin'   Jina bi navê Xetîce Fewzî anî ziman ku ew hêza xwe ji têkoşîna xwe digire û wiha got:"Dewleta tirk bi tank û topan êrîşî me kir malên me şewitandin û talan kirin. Niha li Şehbayê gelên Efrînê yên ku bi darê zorê ji ser axa xwe bûn, gelek zehmetiyan dikişînin û gelek pêdiviyên wan hene. Lê gelê Efrînê gelekî serbilind û bi rûmet in tu carî  dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ji bo em dîsa vegerin Efrînê em ê berxwedana xwe mezintir bikin."   'Zarokên me ji mafên xwe yên herî rewa bêpar man'   Eyşe Hesen da zanîn ku zarokên wan ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji mafên xwe yên herî rewa bêpar mane û wiha got:"Dewleta tirk her roj bi balafir û obusan êrîşî gelê Efrînê dikir. Loma ji bo em zarokên xwe biparêzin em derbasî Şehbayê bûn. Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê zarokên me bê dibistan man, ji ber ku ji ax û mala xwe bûn vê yekê bandorek neyînî li ser derûniya zarokên me kir. Her wiha zarokên me ji mafê xwe yê rewa, ji lîstikên xwe jî man. Bi dengê tank û topan zarokên me nikaribûn derketan derve bilîstan û biçiyan dibistanên xwe. Tevî hemû êrîşan em hîn li ser xwe ne û m ê bi têkoşînek bi rûmet vegerin Efrînê."