Belavkara Rojnameyê Mizgîn Fendîk serbest hat berdan 2018-03-29 17:49:42   WAN - Belavkara Rojnameya Welat Mizgîn Fendîk serbest hat berdan.   Belavkara Rojnameya Welat serê vê sibehê ji aliyê polîsan ve li Wanê li ser Kolana Mereşê hat sekinandin û hatibû binçavkirin. Mizgîn a ku hat binçavkirin piştî îfadeya wê ya li emniyetê serbest hat berdan.