Notirvanê ku Berfînê revand: Ez dewlet im kesek nikare tiştekî bi min bike 2018-03-29 16:39:42   MÊRDÎN - Dayika Berfîng G. ya ku ji aliyê notirvanê taxê Şerîf T. û Cerdevanên pê re hat revandin Asuman G. diyar kir ku keça wê her daîm dihat tehdîtkirin.  Asuman diyar kir ku Şerîf T. gotiye 'Ez dewlet im û kesek nikare tiştekî bi min bike."    Li Dêrika Mêrdînê notirvanê taxê Şerîf T. Cerdevanên bi çek ên pê re jina bi navê Berfîn G.ya 21 Salî revandin.  Rêya Berfîn G. ya ku duh bi dayik û xwişka xwe re ji nexweşxaneyê dihat ji aliyê notirvanê taxê û cerdevanên pê re li ser kolana Amedê hat qutkirin. Notirvan bêrê çeka xwe da asîmanan, gulebaran kir û cerdevanan jî Berfînê bi darê zorê li wesayitê siwar kirin û revandin. Kesên ku Berfînê revandin dayika wê jî bi erdê re kaş kirin û derb kirin.   'Bi erdê re kaş kirin'   Piştî bûyerê Dayika Berfînê Asuman G. ya ku me pê re hevdîtin kir diyar kir ku keça wê her daîm ji alyê notirvan Şerîf ve dihat tehdîtkirin û ji ber tehdîda wî nikaribû derketa derve.  Asuman diyar kir ku Şefîf ji keça wê re gotiye "Ez ê te birevînim çeka min heye. Ezê xwişk û birayên te jî bikujim" û wiha bahsa bûyera duh jiya kir: " Dema ku em ji malê derdiketin wesayiteke spî li ber derî disekinî. Ji wesayitê 4 kesên bi çek peya bûn. Çeka xwe li me nîşan kirin û xwestin ku milê keça min bigirin. Lê min destûr neda. keça min nedxwest ku wê berdim û min jî berneda. Piştre ber bi asîmanan ve gulebaran kirin û çeka xwe zîvirandin ser min. Polîs notirvan û cerdevan di heman wesayitê de bûn. Ji polîsan piştgirî girtibûn. Li ser wan yelekê polîsan hebû. Keça min girtin û birin. Min jî bi metreyan bi erdê re kaş kirin.  Ez ji dest, pê û serê xwe birîndar bûm. Dema ku keça min birin jî notirvan ji min re got "Ez dewlet im kesek nikare tiştekî bi min bike."   'Wesayita zirxî ku her roj li wê bû duh ne li wê bû'   Asuman got ku her roj gelek wesayitên zirxî digeriyan lê du h xuya nedikirin û wiha berdewam kir: "Li her kolanê polîs hene lê nehatin dengê çekan. Min tişta hat serê me ji polîsên ku hatin cihê bûerê re vegot lê wan li birînên min nêrtin û keniyan.  Li wê MOBESE jî hebû. Dikaribûn tişa bû bidîta lê du roj in tu kes tiştekî nake û keça min nedîtin. Ger dewletê bixwesta dikaribû bidîta. Lê naxwazin bibînin.Ez nizanim çi bi serê keça min hat.  Bila keça min bibînin."   'Dewletê keça min revand'   Asuman anî ziman ku wan li emniyetê serlêdana suc kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min ji aliyê notirvan, cerdevan û polîsan ve hat revandin û niha jî wê nabînin. Bi dehan nokteyên lêgerîna rê hene lê polîs wesayit nedît. Dema ku biyaniyek bê di 5 deqeyan de dibînin."