Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir serbest hat berdan 2018-03-29 12:45:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir a do li Zaxoyê ji aliyê asayişa PDK'ê ve hat binçavkirin hat berdan.    Asayîşa PDK’ê do şev Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li navçeya Zaxo ya Duhokê binçav kir. Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên derbêrê binçavkirina Şakir de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Şevê din saet 22:00'ê de Hevseroka  Tevgera Azadî Şîlan Şakir ku çend roj bû ji bo karekî rêxistinî çûbû Zaxo, ji aliyê hêzên asayişa PDK'ê ve bêyî biryara dadgehê hebe, hat binçavkirin. Em vê helwesta asayişa PDK'ê bi tundî şermezar dikin. Pêwîste di demek zû de hevala me Şîlan bê berdan. Silametiya giyana hevala me dibin berpirsiyartiya PDK'ê deye."    Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, piştî lêpirsînê îro serbest hat berdan.