Qedexeya li ser 37 gund û gundikên Amedê rabû 2018-03-29 10:23:08   AMED - Qedexeya derketina derve ya li 37 gund û gundikên navçeyên Lîceyê û Hênê yên Amedê hatibûn îlankirin, rabû.    Walîtiya Amedê di 27’ê Adarê de, li 37 gund û gundikên navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê piştî bi dawî anîna operasyana leşkerî, qedexe rakir.