Xwendekarên Ozgurlukçu Demokrasiyê: Wê çapemeniya azad dest ji ragihandina rastiyan bernede 2018-03-29 09:30:45   Zeynep Turgut   WAN - Xwendekarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya ku ji aliyê TMSF'ê ve hat desteserkirin, diyar kirin ku çapemeniya azad tu caran bê alternatîf nemaye û wiha gotin:" Em ê qet ji rastiyan tawîzê nedin. Wê çapemeniya azad dest ji ragihandina rastiyan bernede û em ê jî van rastiyan bişopînin.    Xwendekarên Ozgrulukçu Demokrasiyê ya ji aliyê TMSF'ê hat girtin, anîn ziman ku tu caran çapemeniya azad bê alternatîf nemaye û gotin:"Em ê tu caran dev ji rastiyan bernedin. Dê rojnameger dev ji nivîsandina rastiyê bernedin xwendekar jî dev ji xwendinê.    Xwendekara Ozgurlukçu Demokrasiyê Nuran Gencer diyar kir ku tevî ku her dem rojnameyên muhalif tê girtin ew dîsa jî şopandina wan berdewam dike û wiha got:"Em hemû rastiyan ji rojnameyê dibihîsin. Girtina Rojnamaya Ozgurlukçu Demokrasî bê hiqûqî ye. Ozgurlukçu Demokrasî ji salên 90'î heta niha bûye dengê gel. Her dem xebatkarên rojnameyê dihatin girtin lê wan tu caran dev ji nivîsandina rastiyan bernedan. Dixwazin mirovan ji rastiyan dûr bihêlin lê dê vê yekê nikaribin bikin.    Xwendekar Emine Bozkurt jî diyar kir ku ji darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha li dijî çapemeniya azad û muhalif zextên tund hene û  got:"Li Tirkiyeyê televizyon û rojnameyên ku rastiyê ragihînin gel nemane. Ji salên 90'î heta niha xebatkarên rojnameyê bûn qurbanê cinayetên "Faîlê wê ne diyar". Her dem rojname hat girtin û di warê aboriyê de hat qelskirin. Niha jî bi girtina rojnameyê dixwazin gel ji rastiyê dûr bixin. Girtina rojnameyan û tayinkirina qayiman darbeyek li dijî fikra mirovan e. Ez ji nav bi hezaran xwendekaran yek im. Dê çapemeniya azad tu caran bê alternatîf nemîne."    Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Nimet Olmez anî ziman ku bi firotina Dogan Medyayê pêvajoya çapemeniyê ya ku 'di bin tenê destekî de' dest pê kir û got:"Li pêşiya me pêvajoya hilbijartinên 2019'an heye. Dixwaze bi zext, girtin û kirînê yekrengiyê derxîne holê. Ozgurlukçu Demokrasî ji ber ku bi salane rastiyê radigihîne gel loma tim hedef tê girtin. Divê hemû kes dengê xwe derxe û alîkariyê bide rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê."   Belavkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Şukran Erdem jî wiha got:"Dema ku me rojname belav dikir ji her rengî mirovan rojnameya Ozgulukçu Demokrasî digirt. Di salên 90'î de xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê dibûn qurbanê cinayetên "Faîlên wê ne diyar" niha jî qayyim tayînî ser rojnameyê dikin û wiha hewl didin ku ser cinayetên "Faîlên wê ne diyar in" bigirin. Ji ber ku her dem rastî dihat ragihandin loma eleqeya gel a li dijî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî gelek zêde bû. Tevî hemû zextan em dev ji rastiya  xwe bernadin. Em dev ji belavkirinê rojnameger jî dev ji nivîsandina rastiyan bernadin."