ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-29 09:00:00   *Hat aşkerekirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê tevî ku pisporê welidînê heye cihê welidînê tuneye. Jinên ducanî neçar dimînin biçin nexweşxaneyên din û ev jî rê li ber gelek xetereyan vedike.   *Bi hatina biharê re jinên koçer dest bi amadekariya derketina zozanan kirin û ji bo konên xwe vedin ketin nav tevgerê. Jinan got: “Em parçeyên xwezayê ne. Em wisa hatin dinê, wisa mezin bûn û em ê wisa wê bijîn.” BI  DÎMEN   *Li Cizîrê piştî qedexeyan yek ji polîtîkayên ket jiyanê koçberiya li gel hat ferzkirin bû. Meryema Bellî ya di bin navê ‘qada bi xeter’ de mala wê tê xwestin bê valakirin got: “Em piştî qedexeyê di bin bombeyan de jiyan. Niyeta kesî tune ku dest ji vir berde.   *Ji bo Sûra dîrokî ya Amedê bi biryara ‘Cemawerîkirina lezgîn’ re plana hilweşînê hat amadekirin û niha derbasî asta duyem a planê bûn. Ji bo hilweşînê pîvan û xêzkirin tên kirin û hat diyarkirin ku wê avakirin li Dibistana Seretayî ya Alîpaşa bê destpêkirin.   * Xwendekarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ji aliyê TMSF'ê ve hat desteserkirin, diyar kirin ku çapemeniya azad tu caran bê alternatîf nemaye û wiha gotin:" Em ê qet ji rastiyan tawîzê nedin. Wê çapemeniya azad dest ji ragihandina rastiyan bernede û em ê jî van rastiyan bişopînin. BI DÎMEN    *Dayika bi navê Farîza Smaîl ku di li welatê xwe bû penaber û koçber, cihê herî bi aram jê re  bû hêlîn, lê niha dîsa li ser riya koçbertiyê ye.