Rojnamegera bertek nîşanî tayînkirin qeyûm dan 2018-03-28 16:19:05   STENBOL - Xebatkarên  Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi serdegirtina polîsan bi destê TMSF’ê dest danîn ser gotin: “Bi kilîtkirina deriyan nikarin me bêdeng bikin.”    Serdegirtina Rojnameya Ozgurklukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun û binçavkirina xebatkarên wê bi civînek çapemeniyê hat şermezarkirin. Civîn li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê pêk hat. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Alptekîn Babaç ê ji Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê, rêveberên DBP û HDP’ê yên Stenbolê, YAKAY-DER, ESP, ÎHD, OHP, xebatkarên rojnameyê, endamên Komeleya Hiqûq û Medya û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re tevli civînê bûn.    Di serî de  Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Em carek din bi hiqûqek nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Em wek ÎHD’ê li dijî van bêhiqûqiyan e. Ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin. Bi her awayî êrîş li ser azadiya çapemeniyê û ramanê heye.”    'Wê nikaribin ser rastiyan bigirin'   Ji edîtorên rojnameyê Hîcran Urun jî wiha got: “Çapxaneya rojnameya me çap dike bêyî eleqeya wê bi rojnameyê re hebe desteser kirin. Ev zext ne nû ne. Bi dehan caran hevalên me hatin binçavkirin û girtin. 79 caran malpera me hat girtin. Zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîf zêde dibin. Bi destê TMSF’ê rojnameya me hat girtin. Lê heta niha bi awayekî fermî tu agahî nedane dest me. Berê jî ev zext li ser me pêk anîn. Çawa ku berê em bêdeng nebûn, em ê niha jî bêdeng nebin. Dê nikaribin ser rastiyan bigirin û heqîqetê tarî bikin.”    'Bi êrîş kilîdan em nayên bêdengkirin'   Edîtora rojnameyê Reyhan Çapan jî ev tişt got: “Em di serdemek êrîşên giştî li ser civakê hene re derbas dibin. Li tu qadê maf û azadî nayên nasîn. Bi qanûna RTUK’ê dixwazin çapemeniya azad û muxalîf bêdeng bikin. Medyaya nikaribin bi pereyan bistînin, bi riya TMSF’ê dest danîn ser. Desthilatdarî her bigire, em ê jî riya xwe dewam bikin. Hûn bi kilîtkirina deriyan nikarin me bêdeng bikin.”