Li Mêrdînê îhaleyên nelêrêtî ên bi trîlyonan ên qeyûman derketin holê 2018-03-28 09:56:39   MÊRDÎN - Qeyûmên Mêrdînê yên ku di warê ximzetên gel de tên nîqaşkirin belgeyên îhaleyên wan derketin holê.  Di belgeyan de hesabên bi trîlyonan tên dîtin û bi awayekî aşkera  tê dîtin ku îhale tenê li dora kesekî diçin û tên.   Di çarçoveya OHAl’ê de bi KHK’yên hatin derxistin re ji bo gelek şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Di pêvajoya derbasbûyî de qeyûman tenê nêlêrêtî li hemberî gel pêk anîn. Li Mêrdînê nelêrêtiyên di îhaleyan de hatine kirin her tiştî nîşan dide. JINNEWS’ê xwe gîhand belgeyan û derket holê ku qeyûman bi pereyên gelek zêde îhale dane.   Li holê kepçe tune ye   Bêhiqûqî bi îhaleyan naqede.  Yek ji kepçeyên ku aydê şaredariyê ye û mehê di navbera 6-8 hezarî de tê kirêkirin jî li holê tune.  Kepçeyên divê ji bo gel û kesê hewcedar bên kirêkirin yek nehatin.   Sotemeniya şaredariyê ji bo wesayîtên sivîl û polîsan e   Her roj bi dehan wesayîtên sivîl tên îstasyonên gaza aydê şaredariyê.  Nayê zanîn ev wesayîtên ji depoyên şaredariyê gazê tije dikin kî ne. Ligel wesayîtên sivîl polîs jî tên tije dikin. Her wiha wesayîtên zirxî jî gazê ji wir digirin.   Di nav kar de trîlyon hene!   Belgeyên îhale û xebatên bi trîlyonan ku wek xizmet pêşkêşî gel tên kirin wiha ne: Di meha Kanûna sala borî de qeyûm tayînê şaredariya Qoserê hat kirin û çawa hat peykerê Ugur Kaymaz rakir.  Qeyûm îhaleya bi xortuma Led lambeyên motîfa 97 başaqê bi 172 hezar û 175 TL’yî da yek kesî.   Agahiyên îhaleyê wiha ne:   *Karê bi Xortuma Led re Motîfên 97 Başaqê, Midûriyeta Xizmetên Malî ya Şaredariya Qoserê   Numareya qeyda îhalê: 2017/356649   1-îhale   a)Dîrok: 19.07.2017   b) Cure: Girtina mal   c) Usula wê: Bazarkirin(MD 21 F)   d) Lêçûna wê: 194.000,00 TRY   2-Mijara îhalê   a) nav: Karê Girtina mal a bi Xortuma Led re 97 motîfên başaqê    b)Cihê teslîmkirinê: KIZILTEPE BELEDİYESİ   c) Dîroka teslîmkirinê: Ger kar biqede herî kêm 10 roj   3- Pêşniyar   a)Hejmara Qada girtina dokuman: 1   b) Ji ser EKAP dokuman   e-Bi îmzeyê hejmara daxistinê: 0   c) Hejmara giştî ya pêşniyarê: 1   d)Hejmara pênşiyara rast a giştî: 1   e)Pêkanîna derfata buhayê malê herêmî pêşniyar dike: Pêk hatiye/ %15   4- Peyman   a)Dîrok: 04.08.2017   b) Buhayê wê: 172.175,00 TRY   c) Dema wê: 07.08.2017 - 07.09.2017   d)Barkerê wê: Produksiyona pêngava yekem şîrketa lîmîted bazirganî reklam   e) Cihê barkeriyê: Tirkiye   Ji bo xebata peyzajê mîlyonek hat dayîn   Karê Projeya Park û Çêkirina Peyzaj a Nebatê   Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê   Numareya qeyda îhalê: 2017/136551   1- îhale   a) dîrok: 24.03.2017   b)cure: karê çêkirinê   c) Usula wê: bazarkirin   d) lêçûna wê: 1.394.822,15 TRY   2-Mijara îhaleyê   a) nav: Karê Projeya Park û Çêkirina Peyzaj a Nebatê   b) cihê çêkirinê: Mêrdîn   c)Dema wê: 45   3- Pêşniyar   a) Hejmara girtina dokuman: 3   b) dokumana wê ji ser EKAP’ê   e- bi îmzeyê hejmara hatiye daxistin: 0   c)Hejmara pêşniyaran: 3   d) Bi giştî hejmara derbasdar a pêşniyarê: 3   e)Pêkanîna buhayê ji bo daxwaza herêmî: Pêk nehatiye   4- Peyman    a) dîrok: 13.04.2017   b)Lêçûna wê: 1.111.700,00 TRY   c)Dema wê: 13.04.2017 - 29.05.2017   d) Barkerê wê: Şîrketa lîmîted bazirganî sanayî înşatê ya Peyzajê a Bajarvanî ya Mîmarî DÎGMA   e) Cihê barkeriyê: Tirkiye   bi rêzdarî ji rayagiştî re tê îlankirin