Eyhan Yûnis: Efrîn siberoja mirovahiyê ye 2018-03-28 09:02:24   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Rêvebira KPC-JIN'ê Eyhan Yûnis bi lêv kir ku berxwedana serdemê ya Efrînê tevî hemû zext û zordestiyan dewam dike û got:"Divê hemû cîhan li berxwedana serdemê ya Efrînê xwedî derkeve û li dijî êrîşên li ser Efrînê bisekinin."    Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civakî (KPC-JIN) Eyhan Yûnis derbarê berxwedana Efrînê de da zanîn ku bi êrîşên li ser Efrînê dewleta tirk dixwaze demografiya Efrînê biguhere û pergala demokrasiya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin hilweşîne.    'Divê gelê Kurd yekîtiya neteweyî esas bigire'   Eyhanê bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got:"Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha naxwaze ku Kurd mafê xwe bi dest bixin. Her tim êrîşî gelê Kurd dike û niha jî dixwazin Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dagir bikin. Dewleta tirk her dem xwestiye gelê Kurd bi nakokiyan rû bi rû bimînin û bên qirkirin. Mînaka vê yekê îro li Efrînê didin jiyîn. Li hember vê yekê divê ku gelê me hişyar bin, neyên xapandin û li ser axa xwe bi bijîn. Hêzên navneteweyî bi gelek peymanan  Kurdistan kirin çar parçe. Niha jî naxwazin Kurd bibe xwedî statu û destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Li dijî vê çavsoriyê divê gelê Kurd yekîtiya neteweyî esas bigire, xwedî li nirxên xwe û li axa xwe derkevin."    'Bi berxwedana serdemê dîrok ji nû ve hat nivîsandin'   Eyhanê diyar kir ku bi berxwedana serdemê dîrok ji nû ve hat nivîsandin û got:" Bila tu kes nebêje ku Efrîn ketiye, Efrîn nakeve. Şervanên YPG/YPJ'ê li berxwe didin û ji bo Efrîn rizgar bibe têkoşînek dîrokî didin. Li dijî hêza NATO'yê ya duyem berxwedanek bêhempa tê meşandin. Ev berxwedan dê bidome û dê serfirazî ya gelê Kurd be."   'Bila ENKS nebe maşeya dewleta tirk'   Eyhanê, bal kişand ser kiryarên ENKS'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Divê ENKS bi kiryarên xwe nebe maşeya dewleta tirk. Dewleta tirk her tim li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê sekiniye. Divê ENKS vê yekê bibîne û ger bi rastî jî Kurdperwer be, divê li dijî dewleta tirk helwestên ku maf û nirxên Kurdan diparêze, nîşan bide. Divê em Kurd bibin yek. Helbestkarê nemir Cegerxwîn dibêje 'Kurdno bibin yek an hûn ê biçin yek bi yek', divê em hemû Kurd guh bidin vê gotinê û dest bidin hev. Divê em Kurd di mijara Efrînê de jî bibin yek û xwedî li axa xwe derkevin. Çimkî Efrîn siberoja mirovahiyê ye."