ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-28 09:00:00   *Mamosteyên Peymangeha Zimanê Kurdî ya Bajarokê Zirganê dan zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û gotin divê demildest ev tecrîda giran bi dawî bibe.    *Rêvebira KPC-JIN'ê Eyhan Yûnis bi lêv kir ku berxwedana serdemê ya Efrînê tevî hemû zext û zordestiyan dewam dike û got:"Divê hemû cîhan li berxwedana serdemê ya Efrînê xwedî derkeve û li dijî êrîşên li ser Efrînê bisekinin."   *Piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde qedexe û êrîşên li dijî hunerê jî zêde bûn. Ji mala dengbêjan hetanî navendên çand û huneran gelek saziyên çanda kurd hatin girtin. Jinên dengbêj ku bertek nîşanî van pêkanînan dan diyar kirin ku li dijî OHAL û qedexeyan pêdivî bi hunera rêxistinkirî heye. BI DÎMEN   *Jinên ji Efrînê ji ber bombebarananê çûn Şehbayê diyar kirin ku wan her dareke zeytûnê bi destê xwe çandine û ew ê ji talankeran re nehêlin.   *Sekretera Jinan a  SES’a Îzmîrê Semra Dogan bal kişand ser ‘xesandina kîmyewî’ û got ev bi armanca manîpulekirina têkoşîna jinê tê kirin û diyar kir ku tenduristiyê wek alavekî cezayê bi kar tînin. BI DÎMEN   *Bi hatina biharê re jin jî wekî xwezayê zindîtir dibin.  Remziye Can ya derketiye berhevkirina tolikê, têkiliya xwe ya bi axê re vedibêje.DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan diyar kir ku AKP di rejîma nû de herî zêde berê xwe daye qada perwerdeyê û got zêdebûna îstîsmara zayendî jî di encama van polîtîkayan de pêk tê. Feray bi lêv kir ku di avakirina hemû rejîmên faşîst de pêşiya zewaca zarokan tê vekirin, mafê jin û zarokan tune tê hesibandin. DÎMEN HEYE   *Qeyûmên Mêrdînê yên ku di warê ximzetên gel de tên nîqaşkirin belgeyên îhaleyên wan derketin holê.  Di belgeyan de hesabên bi trîlyonan tên dîtin û bi awayekî aşkera  tê dîtin ku îhale tenê li dora kesekî diçin û tên.   *Li parlamentera HDP’ê  Selma Irmak bi hinceta axaftineke wê ya di 2015’an de kiriye salek cezayê girtîgehê hat birîn. Di biryara birîna ceza de hat gotin ku mafê rexneyên giran yên parlamenter hene heta ev peywira wan e lê gotinên parlamenterê li gorî kesên ji rêzê zêdetir dikare bandor bike.