Li Yerşovê jinan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-03-27 13:35:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yerşovê jinan, êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi çalakiya ku li dar xistin şermezar kirin.   Jinên kurd ku li li navçeya Yerşov a bajarê Saratova yê Federasyona Rusayê dijîn, êrîşên delwleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.  Jinên ku alên YPG/YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin, di çalakiyê de dirûşmên piştevaniya Efrînê berz kirin.   Ji Rêveberiya Komîteya Jinan Zelîhan Usmanova ya ku di çalakiyê de axivî wiha got: "Dewleta tirk ji bo Efrînê ji rondikên çavan û rijandina xwînê wêdetir tu tiştek neanî. Li cihê herî aram ê di nava sînorê Sûriyeyê de Erdogan xwîn rijand. Gelê me ji bo ku Efrînê li dema wê ya berê vegerîne wê berxwedana xwe berdewam bike û Efrînê azad bike. Dewleta Rus bi dewleta tirk re di nav hevkariyeke qirêj de ye. Em hêvîdar in ku rayedarên Rus vê şaştiya xwe bibînin û ji bo aştî û aramiya herêmê bikevin tevgerê."   Çalkî bi dirûşmên ku jinan berz kirin bi dawî bû.