Li Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin 2018-03-27 12:02:58   AMED - Li 37 gund û gomên nevçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê “Qedexeya derketina derve” hat îlankirin.    Walîtiya Amedê, li 37 gund û gomên navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê, qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe di serê sibê saet 08.00’an destê kir û hat gotin ku dê li herêmê operasyona leşkerî destpê bike.   Gund û gomên hatin qedexekirin wihane:    “Gund û gomên navçeya Hênê; Gundên Kaledîbî, Akçayurt, Topçular, Y.Turalî, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy û gomên Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A.Turalı û Gurbulak.   Gund û gomên navçeya Lîcê; Gundên Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoy û gomên Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey û Kutlamış."