'Berxwedana Efrînê li her derê didome' 2018-03-27 11:59:04   Sorgul Şêxo     TIL TEMIR - Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Gelê Efrînê yên ku hatin koçkirin peyama bilindkirina têkoşînê dan û gotin:"Berxwedana Efrînê li her derê didome."   Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Gelê Efrînê yên ku hatin koçkirin anîn ziman ku dê tu carî bi êrîşan vîna wan a bi hêz neyê şikandin.   Fîdan Reşo ya koçî gundê Til Nesriyê bû û ji lingên xwe astengdar e tevî hemû zor û zehmetiyan anî ziman ku ew bejna xwe natewînin û ew ê berxwe bidin û got:" Em baweriya xwe bi hêza YPG/YPJ'ê tînin. Em ê jî heta dawî bi dilsozî bi wan re têkoşînê bidomînin heta ku Efrîn rizgar bibe."   'Êrişkar dê nikaribin moralê gelê Efrînê xira bike'   Fîdanê wiha domand:" "Artêşa Tirk rojane me bi balafiran  bombebaran dikir bi hovîtiyeke nenormal êrîşî sivîlan dikir, bajar tevahî talan û wêran kir. Ma mirovahî li ku ma ye? Dijmin nikare hêz û baweriya  gelê Efrînê bişkîne. Hêz û îradeya me naşkê û wê tu caran jî dijmin nikaribe vîna me bişkîne. Êrişkar dê nikaribin moralê gelê Efrînê xira bike."    'Dema mijar dibe Kurd herkes bêdeng dimîne'   Gulîzar Celal anî ziman ku dema mijar dibe Kurd herkes bêdeng dimîne û wiha got:"Eşkere ye ku dewleta Tirk bi topan malên sivîlan hedef digirin,malên me xera kirin û talan kirin. Dema ku artêşa tirk Efrîn topbaran dikir, qêrîna zarokan erd û asîman dihejand ma sûcê van zarokan çi ye? Dema ku mijar dibe Kurd hemû dewlet dibin yek û êrîşên Kurdan dikin? Ma qey em jî ne mirov in, mafê me yî jiyanê tune ye?  Artêşa Tirk nahêle ku Kurd bi welatê xwe şad bibin. Me bi ked û xwîdana xwe malên xwe ava kir, zarokên xwe mezin kirin. Niha jî Erdogan dibêje ku ev welat ne welatê we ye, ma gelo ev welat yê kê ye?"     'Hewl didin ku hêlîna bi xwîna şehîdan hat avdan hilweşînin'   Gulîzarê wiha axaftina xwe dewam kir: "Tiştekî Tirkan di Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de tuneye ye çima êrîşî me dikin? Ji ber ku çavên wan bar nabe ku gelê Kurd tevî hemû gelê din, bi pergaleke demokratîk bijîn. Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bikin bi fikrên netewa-demokratîk û jiyana hevbeş gel dijiyan. Hêlîna ku bi xwîna şehîdan hat avakirin, hewl didin ku wê hilweşînin."    'Gelê Cizîrê em bi tenê nehiştin'   Gulîzarê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Piştî ku em ji Efrînê derketin û me berê xwe da herêma Cizîrê gel li me xwedî derket û em bi tenê nehiştin. Me hembêz kirin alîkariya me jî kirin. Lê çi dibe bila bibe bi têkoşîna xwe ya bêhempa em ê vegerin ser axa xwe baweriya me bi hêzên me heye wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û em ê dîsa vegerin Efrînê û jiyana xwe dewam bikin."