Li Emniyetê li Nûçegîhana me sîxurî hat ferzkirin 2018-03-27 10:26:25   ENQERE - Nûçegîhana me Duygu Erol a ku beriya Nerwrozê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, li Emniyetê kesên ku xwe KCT'yî nîşan dan ew bi darê zorê birin odeyek din û sîxûrî lê ferzkirin. Duygu piştî ku hat berdan serî li ÎHD'ê da.   Nûçegîhana me di 20'ê Adarê de di encama serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Duygu piştî ku hat girtin li muduryeta TEM'ê  4 rojan di bin çavan de ma û sîxurî lê hat ferzkirin. Duygu piştî ku hat berdan tişta anîn serê wê vegot. Duygu diyar kir ku kesên xwe wekî Tîmên Cemaweriyê(KGT) bi nav kirin ew bi zaroê derxistine sohbetê û Sîxurî lê ferz kirine.   'Ev 3 roj in ji bo ku em bi te re hevdîtinê bikin mijûl in'   Duygu diyar kir ku wê dema xwestiye kincên li ser xwe biguhere bi darê zorê ji nezaretxaneyê birine odeya  hevdîtina bi parêzeran re û wiha berdewam kir: "Dema ku ez ketim hundir derî ji paş ve hat kufilandin. Li hundirê ku ez birimê du kesên ku min ew nas nedikirin rûniştî bûn. Dema ku min got ez ji bo kincên ser xwe biguherim hatim lê bawarim şatî çêbû wan mirovan ji min re gotin ku ew dixwazin bi min re sohbetê bikin.  Kesên ku gotin ew ji Saziya Ewlehiyê ya Cemaweriyê tên û dixwazin bi rojnamegerên ku xebatkarên cemaweriyê ne re sohbetê bikin. Her wiha van kesna ji min re got 'Em dixwazin bi te re qahweyekê vexun û ger ku tu qebûl bikî em ê te serbest berdin û ger ku tu qebûl nekî dibe ku tu salekê girî bimînî'. Van kesan di berdewamiya axafitina xwe de gotin ku em ne hikûmet in û ji ber wê divê ku tu rehet tevbigerî, xwe wekî xebatkarên dewletê dan nasîn û gotin ku ew ê ev hevdîtin veşarî bimîne. Piştî ku min daxwaza wan a vexwarina qahweyê red kir, ji min pirsa tu qet fikirî ku çima tu li vir î kirin? û ev titş gotin,' Rojnamegerên din jî gelek tiştan dinivîsin lê serbest digerin. Ger ku tu bi me re qahweyê vexwî em te bişînin Fransayê û malbata te jî bişînin cem te. Ev 3 roj in ji bo ku em bi te re hevdîtinê bikin mijûl dibin'. Min bertek nîşanî wan da û ez ji odê derketim."   'Dixwazin Rojnamegeran bikin sîxur'   Duygu ya ku bertek nîşanî rewşa pê re rûbirû maye da diyar kir ku piştî OHAL'ê rojnameger jî bi gelek zextan re rûbirû mane û ev tişt got: "Emniyeta Enqereyê bi îdayên bê esil me binçav dike.  Li gel ku em li TEM'ê bi parêzerên xwe re nikarin hevdîtinê bikin kesên ku Xebatkarên Saziya Ewlehiyê ya Cemaweriyê ne me dibin odeyên cuda, derî li ser me diqufilînin, dixwazin bi me re biaxivin û sîxuriyê li me ferz dikin."    Duygu a ku piştî derxistin dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan, derbarê ferzkirina sîxuriyê de serî li  Komeleya Fafên Mirovan (ÎHD) da.