Konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû 2018-03-27 10:12:29   KOBANÊ - 5'emîn konferansa Malbatên Şehîdan a ku li Kobanê dest pê kiribû bi dawî bû.    Konfransa Meclîsa Malbatên Şehîdan ku bi dirûşma 'Bi rihê şehîdên berxwedana Serdemê em li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin' li Kobanê hatibû destpêkirin, bi hilbijartina endamên meclîsa Kobanê û navçeyên wê, her wiha bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.    Her wiha biryarên ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:   *Heta ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe dê Malbatên Şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û rola xwe bilîzin.   *Divê Meclîs Komîteyê xwe ava bikin û bi awayekî çalak bixebitin.   *Divê komîteyên aboriyê bê avakirin û ji bo malbatan projeyên aborî pêş bixin.   *Dema ku malbatên şehîdan ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li meclîsê bixe divê rêveberiya meclîsê ji bo çareserkirina pirsgirêkan çalak tev bigere.   *Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tendirustiyê yê malbatên şehîdan divê derfetên tenduristiyê bên avakirin.    *Divê li hember nasnameya şehîdan cudatiya nîjadê neyê nîşandan.   *Divê ji bo hevjînên şehîdan komeleyek bê avakirin.   *Divê ji bo pirsgirêkên hevjînên şehîdan bên çareserkirin ji aliyê tevgera jinê konferansek li ser asta Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.   *Ji bo pirsgirêkên aborî yên hevjînên şehîdan werin çareserkirin pêwist e kooperatîfên xweser bên pêşxistin.   *Dê mîrasa şehîdan li ser navê zarokên wan bên qeydkirin.   *Ji bo zarokên şehîdan girêdayî desteya malbatan dê pêşdibistan werin vekirin.    *Ji bo xwendina zarokên şehîdan dê butçeyek were diyarkirin.    Herî dawî ji bo Meclîsa Kobanê 39 endam hatin hilbijartin. Ji bo navçeya Qinê 3 jin û 4 mêr, ji bo navçeya Şêranê 3 jin 3 mêr, ji bo bajarê Kobanê 14 jin 12 mêr hatin hilbijartin. Piştre hemû endaman ji bo xebatê sond xwarin.    Konferans bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.