Jinên Amedî: Yên dibêjin qedya nabînin ku nû dest pê kiriye 2018-03-27 09:32:00   Safiye Alagaş   AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku TSK û komên girêdayê wê li Efrînê dizî kirine û wih agot: “Îro li Efrînê ne lê tu tişt neqedya ye.  Yên dibêjin qedya nabînin ku her tişt nû dest pê dike.”   Bertekên li dijî dagirkirina bajarê Efrînê ya ji aliyê TSK û komên girêdayê ve hatiye dagirkirin didomin.  Jina bi navê Nezîfe Denîz diyar kir ku ji roja êrîşan dest pê kiriye  heta niha bertek hatine nîşandan û got gelê Efrînê hatiye qetilkirin û ji axa xwe hatiye kirin.  Nezîfeyê got kurdên bakur bi awayekî têr li dijî êrîşan li berxwe nedaye.   Nezîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê kurd bi hev re têbikoşin. Lê em vê nakin. Pirsgirêka me ev e ku em têkoşînê hevpar bikin. Em li vir tênekoşin em ê li vir heman tiştî bijîn. Ji ber vê divê em dengê xwe bilind bikin.”   ‘Gelê Efrînê wê vegere axa xwe’   Şehrîban Zugurlu jî destnîşan kir ku êrîşên li hemberî Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hev ne cuda ne û got: “Gelê Efrînê girêdayînek mezin nîşanî Abdullah Ocalan ate. Ji bo ev girêdayîn têk biçe ev komkujî pêk tên. Di şikandina komploya li ser Abdullah Ocalan de rola gelê Efrînê mezine.  Li ser Abdullah Ocalan tecdîrd pêk tê û bi vê re jî li dijî gelê Efrînê êrîş pêk tên.  tecrîd û êrîş hilberîna heman zîhniyetê ne.”   ‘Yên dibêjin qedyan nabînin ku nû dest pê dike’    Şehrîbanê  balkişand ser gotina serokomar Tayyîp Erdogan ya wekê ‘Em bikevin Efrînê wê her tişt biqede’ û wiha got: “Îro li Efrînê ne lê tu tişt neqedya. Yên dibêjin qedya wê bibînin ku her tişt nû dest pê dike.”   ‘Wê herî dawî gel Erdogan daxîne’   Yuksel Gultekîn jî ev tişt anî ziman: “Ez vê bêdengiya cîhanê şermezar dikim. Me carek din fêm kir ku dostên Kurdan tune. Dema dor tê Kurdan jî her kes dibe yek. Partiyên siyasî li dijî Kurdan dibin yek. Dema dor tê Kurdan cîhan bêdeng dibe. Aqûbeta Erdogan wê bibe wek ya Saddam. Gelê Erdogan wê wî bixîne.   Jinek din ya nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku Tirkiye û komên girêdayê wê ketine Efrînê û diziyê dikin û got: “Ev çeteyên dizane. Çûne wir diziyê dikin.  Ji bo malê dinê çûne. Me digot ev lehengin lê me çi zanibû ev diziyê dikin.”