ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-27 09:00:00   *Jinên Efrînî ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê têkoşîna parastina nasnameya xwe didomînin, anîn ziman ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û ew ê bi têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe ya Efrînê."   *Tevî hemû kêmderfet û zehmetiyan xebatkarên Nexweşxaneya Avrînê li Şehbayê jî xizmeta gel a tenduristiyê dikin. Bijîşka ku ji komkujiya Enfalê rizgar bû û piştî têkoşînek mezin hewl da û bû bijîşk berê li Nexweşxaneya Avrînê niha jî li Şehbayê birînên sîvîlan  derman dike.    *Jinên karkerên çandiniyê yên Kobanê ku ji ber şer axa xwe terk kirin gotin: “Em li bendê bûn ku zilma DAIŞ’ê biqede lê niha Tirkiye mirovên li Efrînê dide koçberkirin. Bila kes axa xwe terk neke.”BI DÎMEN   *Jinên ji Kurdistanê koçî Metropolan kirine, tevî nîjadperestî û asîmîlasyonê dest ji zimanê xwe bernadin. Çîroka du jinên koçî Îzmîrê kirine jî mînaka vê ye. BI DÎMEN   *Ulku Kahvecî îdia kir ku projeya bi navê ‘Akilli Bidiklar’ ya patenda wê girtiye ji aliyê nivîskarê anîmasyonê  Pete Docter ve bi navê ‘Insîde out’ ketiye meriyetê. Ulku ji bo projeya xwe ya ji noterê erêkirina wê girtiye bi tena serê xwe têkoşînê dide û li benda alîkariyê ye.   *Jinên Amedê diyar kirin ku TSK û komên girêdayê wê li Efrînê dizî kirine û wih agot: “Îro li Efrînê ne lê tu tişt neqedya ye.  Yên dibêjin qedya nabînin ku her tişt nû dest pê dike.”BI DÎMEN