Ji bo Efrîniyên hatin koçberkirin bang 2018-03-26 17:45:01       ŞEHBA - Meclisa Tendirustiyê ya Efrînê û Meclisa Tendirustiyê ya Şehbayê, bal kişndin ser rewşa bi sedhezaran welatiyên Sivlî ên Efrînê ku bi koçberiyê re rûbirû hatin hiştin û banga lezgîn a ji bo derman û ava paqij kirin.   Meclisa Tendirustiyê ya Efrînê û Meclisa Tendirustiyê ya Şehbayê, derbarê rewşa welatiyên sivîl ên ji Efrînê ji ber êrîşan koçî Şehbayê kirin de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku li bajarokê Ehrez hat dayîn de xebatkarên tendirustiyê û endamên Heyva Sor a Kurd tevli bûn.  Di daxuyaniyê de Dr Azad Sebrî axivî û agahiyên derbarê rewşa tendirustiyê yên ku ji Efrînê hatin koçberkirin dan.  Azd diyar kir ku di encma êrîşên dewlta tir û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê de bi piranî zarok û jin bi sedan sivîl hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: "Ji ber êrîşên li ser sivîlan ku di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin de  bi sedan sivîkan ji ber êrîşan Efrînê terikandin û berê xwe dan Kantona Şehna û navçeya Şêrawa.  Di dema koçberiyê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi rê de hatin definkirin."   Di şertê xirab de berxwedana jiyanê   Azad diyar kir ku kesên ji Efrînê koçber bûne bi kincên li ser xwe derketine û li herêmê bi şertên zahmet re rûbirû ne. Azad ev tişt got: "Bi sedhezaran mirov di şert û mercên xirab de li herêma Şehba a u li gundên derdorê bi cih bûne.  Li vê herêmê pediviya herî girîng bi dermanan heye. Herwiha pêdivî gelek bi malzemeyên tibî heye."   Azad di dawiya axaftina xwe de got ku wan piştgiriya alavên tendirustiyê ji tu cihî negirtiye û ji bo alîkariya derman û malzemeyên tibî bang kir."