‘Bi girankirina tecrîdê re şer gelek zêde bû’ 2018-03-25 09:04:23   AMED - Jinên Amedî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a giran şermezar kirin û gotin ku bi girankirina tecrîdê re şer gelek zêde bûye.   Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmraliyê, ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare pê re hevdîtinê çêbike û roj bi roj tecrîd tê girankirin. Jinên Amedî tecrîta li ser Abdullah Ocalan a girankirî şermezar kirin û anîn ziman ku bi girankirina tecrîdê  şer gelek zêde bûye û gotin ku ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabibe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.     Jina bi navê Nuriye di serî de tecrîda li ser  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a girankirî şermezar kir û  wiha got: “Xwezî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabibe. Me bi Serok re rêya çareseriyê bidîta. Em ji bo Serok û Kurdistanê digirîn êdî çavên me baş nabînin. Xwezî me bi çavên xwe bidîta ku hem Serok û hem jî Kurdistan azad bûye.  Dewlet bawer dike ku bi girankirina tecrîdê ve wê Kurd biqedin. Lê belê Kurd tu carî naqediyan û wê neqedin jî. Ji ber ku gelê Kurd li dijî hemû zext û zordariyan serî rakir û ji vê rojê şûnde jî wê rabike. Her wiha bi girankirina tecrîdê şer gelek zêde bû. Mînak li Efrînê şerekî dest pê kir û gelek welatî jiyana xwe dest da. Ger ku tecrîda li ser Serok rabibe wê demê  pirsgirêk û şer jî wê çareser bibin.”   ‘Tecrîda girankirî tê wateya şer’   Jina ku nexwest navê wê bê zanîn  tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bi lêv kir ku piştî girankirina tecrîtê li Tirkiye û Kurdistanê  şer gelek zêde bûye û wiha pêl da axaftina xwe: “Tu sûcê Serok tuneye. Sûcê wî bi tenê ew e ku mafê xwe û gelê xwe diparêze ye. Serok tu carî dev ji doza xwe berneda. Ew ji bo kurdan têkoşiya û ket girtîgehê. Ger maseya çareseriyê bihata qebûlkirin wê îro ne şer û ne jî xwîn bihata rijandin.Dewletê berê xwe neda azadiyê û li ser Serok tecrîdek giran da destpêkirin. Piştî ku tecrîd hat girankirin li ser şer gelek zêde bû. Tecrîda girankirî tê wateya şer.”   ‘Divê em Kurd bibin yek’   Jina bi navê  Şahnaz Çetîn bi lêv kir ku bi tecrîdê diixwazin kurdan tune bikin û kurdan xilas bikin û ev tişt got: “Em 40 mîlyon Kurd in. Em tu carî tune nebûn û em ê tune nebin. Lewra jî divê em kurd ji bo hebûna xwe bidin nîşandan  rabin li ser piyan. Ger ku em kurd rabin li ser piyan wê ev tecrit bê şikandin.  Divê em kurd bibin yek.”   ‘Em ê tu rehetiyê nedin dewleta tirk’   Herê dawî jina bina bi navê Dilber Elal axivî got ku bi tecrîdê dixwazin kurdan biqedînin û wiha pê de çû: “Her wiha bi girankirina tecrîdê li Tirkiye û Kurdistanê şer gelek zêde bû. Dewleta tirk niha ketiye Efrînê ji bo ku wê derê biqedîne. Lê belê dewleta tirk wê nikaribe parçeyekî axa Kurdistanê hilde. Em ê rê nedin vî tiştî. Tecrîta li ser Serok û şerê Efrînê bi hevdûre girêdayiye. Erdogan difikire ku ger Efrînê dest bixe wê hertiştî dest bixe. Hêviya Erdogan Efrîn e, lê belê wê nikaribe Efrînê bigire. Em ê Efrînê careke din paşve bigirin. Heta kurd hebin em ê tu rehetî nedin dewleta tirk.”   ‘Mifteya çereseriyê li gel Serok e’   Dîlber di berdewama axaftina xwe de got ku  Erdogan kete Efrînê pirsgirêk qediyan? Ew ketin Efrînê lê belê tu tiştî nikarin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi tiştên ku kirin bi ser neketin. Gelek leşkerên dewletê dimirin û nikarin bi YPG û YPJ’ê re şer bike.  Ji bo ev şer bi dawî bibe divê di serî de tecrîda li ser Serok bê rakirin. Mifteya çereseriyê li gel Serok e.”