ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-25 09:00:00   *Pispora Pêşketina Zarokan Aynur Ozbay diyar kir ku li dijî îstîsmara zarokan tiştên ku divê malbat bikin hene û balkişand ser têkiliya ku divê dê û bav bi zarokên xwe re ava bikin. Aynurê her wiha got divê bi zorê tiştek bi zarokan neyê kirin, divê hesta bawerbûnê bi zarok bide qezenckirin û bi taybet jî divê zarokên ku lêpirsîn dikin bên gîhandin. BI DÎMEN   *Li  Baglara Amedê Cadeya Sakaryayê ya ji aliyê gel ve wek Sûka Saglik Ocagi tê zanîn, cihên kesên xizane. Welatiyên li vir dan û standinê dikin wiha dibêjin: “Ji roja AVM vebûne samiyet û bawerî nemaye. Lê dema em tên vir em xwe rehet hîs dikin û zehmetiyan nakşînin.” BI DÎMEN   *Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku di encama KHK’yan de bi hezaran kedkarên tenduristiyê hatine îxrackirin û di encama vê de gel jî nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê û li gelek deveran pispor tune û got: “Di tenduristiyê de kêmasî pirsgirêkên mezin ava dike. OHAL bixwe ji tenduristiyê re bi zirare.” BI DÎMEN   *Jinên Amedî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a giran şermezar kirin û gotin ku bi girankirina tecrîdê re şer gelek zêde bûye. BI DÎMEN