Xizmên windayan di hefteya 476’an de aqûbeta windayan pirsîn 2018-03-24 16:33:57     AMED-Çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darizandin’ ya ji aliyê xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan ve her hefte tê lidarxisin di heteya 476’an de berdewam kir.  Di çalakiyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 1995’an de hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.   476’emîn çalakiya xizmên winda û ÎHD’ê ya bi sernavê ‘bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ vê hefteyê jî pêk hat. Çalakî li avahiya ÎHD’a Amedê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.  Wêneyên kesên winda li salonê hatin daliqandin û malbatan wêneyên xizmên xwe yên winda hildan.   Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan diyar kir ku ev 476 hefteyeke bi daxawzan çalakiya xwe pêk tînin û got: “Heta edelet pêk neyê emê aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Bi awayî faşîst xizmên me ji me girtin. Ji ber OHAL’ê ev 80 hefte zêdetire em çalakiya xwe di avahiyê de pêk tînin. Xaxwazin em çalakiya xwe demokratîk li derve pêk bînin. Şert û merc çi dibin bila bibin emê çalakiya xwe bidomînin.   Binpêkirinên li girtîgehan hat pirsîn   Orhan bakişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehê û got mafê tu kesî tune ku mafê girtiyan xesp bikin û bang li wezareta dadê kir ku binpêkirinên mafan bên bidawîkirin.   Her wiha di çalakiyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 1995’an de li gundê Eşme ya Farqîn a Amedê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli parve kir.   Piştî parvekirina çîrokê, çalakî bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.