Jinên Efrînê: Bila kêfa we neyê, yên bi ser ketine em in 2018-03-24 14:27:40   NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên piştî êrîşên li hemberî Efrînê neçar man koçî Şehbayê bikin gotin: “Li vir jiyan zehmete. Pirsgirêka av, nan, betaniyan heye.  Jinên ducanî zehmetiyan dikşînin. Zarok, kal û pîr zehmetiyan dikşînin. Lê ji bo em vegerin axa xwe emê serî li her rê bidin. Bila kêfa wan neyê. Yên bi ser bikevin emin.”   Di êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wê yên li hemberî Efrînê de gelek jin û zarok jî têde bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi hezaran sivîl jî neçar man ji bajar dekevin û jinên li Şehbayê bi cih bûne bertekên xwe yên li dijî Efrînê anîn ziman. Jinan gotin: “Em bê av û nan dijîn. Lê em bê rûmet nikarin bijîn. Xwîna zarokên me li cadeyên Efrînê ne. bila nebêjin çûne. Ji bo zêdetir komkujî çênebin em çûn. Lê me dest ji Efrînê bernedaye.   ‘Xema cîhanê nîne’   Heyat Muhammed Misftefa wiha got: “Ev du mehe em li ber çavê cîhanê tên qetilkirin. Gelek kes hatin qetilkirin. Divê cîhan li dijî vê bêdeng nemîne. Kurd ne xema cîhanê ne.”   ‘Emê di her şert û mercî de berxwe bidin’   Heyatê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ev du mehe em li dijî hewan û obusan berxwe didin. Tevî Efrîn cihekî biçûke hêzek bê sînor li dijî wê hat bikaranîn. Li dijî her cureyê teknîkê me bi îrada xwe berxwe da.  Niha li Şehba bi sedan kes dimînin.  Şertên vir zehmetin. Pisgirêka nan, av û betaniyan heye. Jinên ducanî, kal û pîr, zarok pirsgirêkên mezin dijîn. Lê dîsa jî ji bo em vegerin axa xwe em têdikoşin.”   ‘Her roj êrîş dikin’   Role Mistefa jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî Efrînê ji bo qetiklirina gel hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo ax û rumeta xwe biparêzin çi ji destê me hat me kir. Lê wan bi balafir, tank  topan êrîş kir. Ji bo gel qetil bikin, her roj êrîşên Efrîn, navçe û gundê wê kirin.”   ‘Wê ew jî bikevin heman rewşê’   Nesrîn Hemo jî daxuyakirin ku Efrîna wan şewitandin, zarokên wan qetilkirin û malên wan talankirine û got: “Bila hema kêfa wan neyê. Yên bi ser ketine emin. Ne çavsorên we ne. Yên ev komkujî li me rewa dîtin, hêvîdarim bikevin heman rewşê.   Zarokên me li ber me parçe parçe kirin. Bila ew jî heman tiştî bijîn.”   ‘Yên Efrîn parastin zarokên Efrînê bûn’   Hevîn Qara jî wiha got: “Propagandaya ‘Emê Efrînê ji terorîstan paqij bikin’ kirin û terorîstên hemû cîhanê kom kirin û bi ser axa me de şandin. Yên talan, qirkirin û diziyê dikin terorîstin. Yên Efrîn parastin zarokên me ne. Wan ji bo mirovahiyê canê xwe feda kir.”