Jinên Mêrdînê: Em naçin qursên qayimê 2018-03-24 09:03:52   MÊRDÎN - Qeyûmê tayînê şardariya Qoserê bû navê Qada Jiyanê ya Tendusristiyê ya Ubeydullah Eren wek ‘Qada Jiyanê ya Tenduristiyê ya Turgut Ozal’ guhert û niha di navendê de qursên Kuran, kuafor, nexş û dirûnê tê dayin.    Qeyûmê şaredariya Qoserê Ahmet Odabaş heta îro abîdeya Ugur Kaymaz jî tê de gelek abîde û tabela rakirin an jî navê wan guhertin. Bi îdiaya ku bajar bikin bajarekî zêdetir estetîk, abîde rakirin û li şûnê peykerên ker û deveyan bi cih kir. Di mehên borî de vekirina navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya Turgut Ozal kir. Avahiya ku beriya qeyûm Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya Ubeydulah Eren bû û di qadên jiyana civakî û tenduristiyê ya jin û zarokan de perwerde dida.    Gel naçin qursan    Di axaftina ku di vekirina saziyê de hat kirin de wiha hat gotin: “Me qursên nexş û dirûn, xişir, Kur'an-ı Kerîm, xwendin û nivîsandin, kuaforî, kreş û werzîşê vekir. Em plan dikin ku van kursan zêdetir bikin. Niha 300 jin ji vê fêdeyê digirin.” Lê piştî vekirî welatiyan çûyîna qursan red kir.    Jin: Perwerde tiştekî nadin me    Bi hezaran jin û zarokî li Qada Jiyanê ya Tenduristiyê ya Ubeydullah Eren perwerde didîtin. Jinên taxê diyar kirin ku piştî qayim hatine ew qet neçûne û gotin perwerdehiyên tên dayîn tiştekî nadin wan.