ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-24 09:00:00   *Endama PM'a HDP'ê  Arîfe Çinar balkişand ser wêneyên talankirina Efrînê û got tiştên tê jiyîn zîhniyeta Tirkiyeyê ye û komkujiyên Mereş û Bosnayê jî bibîr anî. BI DÎMEN   *Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif anî ziman ku berxwedana serdemê ya Efrînê didome û got ku li dijî dagirkeriyê dê serîhildana gel bi ser bikeve. BI DÎMEN   *Qeyûmê tayînê şardariya Qoserê bû navê Qada Jiyanê ya Tendusristiyê ya Ubeydullah Eren wek ‘Qada Jiyanê ya Tenduristiyê ya Turgut Ozal’ guhert û niha di navendê de qursên Kuran, kuafor, nexş û dirûnê tê dayin.    *Emîne Gezîcî Ustundag a di 16’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Fîlmmor a Gezîcî ya Navneteweyî de Xelata Piştevaniyê ya Jina Sînemavan a Hêviyê Dide ya Mor Kamera girt, diyar kir ku Fîlmmor hêz daye wê û wiha got: “Divê em bêtir wêrek bin.”    *Endama MYK’a SKM'ê Satiye Ok diyar kir ku ew hewl didin pêvajoyek ku jin zêdetir dadikevin kolanan û gotinê dibêjin, rêxistin bikin û bang li hemû jinan kir ku tevlî Kongreya li Stenbolê pêk tê bibin. BI DÎMEN   *Fata Reş a Kizilbaş a Kurd a Mereşê yek ji jinên ku di dîroka Kurd de bûye efsane ye. Biraziya Fata Reş, Elîf Fata Reş (90) diyar kir ku Fata Reş sembola jinan a Kizilbaşên Kurd a Mereşê ye.   *Songul Onbayram a ku endama Egîtîm Senê ya navçeya Sêwrega Rihayê ye di 2008’an de dest bi mamostetiyê kiriye. Songula ku piştî zewiciye rastî tundiya hevjînê xwe hatiye dev ji hevjînê xwe berdaye û bi KHK’ê hate îxrac kirin. Songul a ku dev ji têkoşîna xwe berneda dikana bi navê ‘Lîlît’ vekir û li dijî hemû astengan serî rakiriye. BI DÎMEN