Ji Komîteya Piştevaniya bi Efrînê re bang 2018-03-23 15:37:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Piştevaniya bi Efrînê re ji bo çalakiyên ku wê sibe ji bo Efrînê bên lidarxistin banga tevlibûnê kir.   Komîteya Piştevaniya bi Efrînê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo piştevaniya gelê Efrînê û beşdarbûna çalakiyên sibe yên li dijî dagirkirina Tikiryeyê û komên hevkarên wê OSO, civîna çapemeniyê li Nûnertiya Kontona Rojava ya Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Komîte ji Hizba Komunîst, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Tevgera Goran, Nifşê Nû, Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiya Gel, pêşmergeyên Dêrîn û nûnertiya Rojava pêk tê. Di civînê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Civaka Kurdistanê Bêrîvan Mihemed axivî û wiha got: “Pêwîste zêdetir zextê li ser navend û konsolosxaneyan çêbikin ji bo dawî li van komkujiyan bînin. Sibe roja piştgiriya ji bo Efrînê ye. Wê gelek çalakî bên lidarxistin. Divê em jî beşdarî van çalakiyan bibin.”   Bêrîvan, diyar kir ku hikûmeta herêmê li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng û bêhelwest e û axaftina xwe wiha bi dawî kir:  “Pêwîst bû hikûmet rê nede hêzên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bimîne. Pêwîste ev berxwedana li Rojava heye li Başûr jî bê dûbarekirin.”   Piştre endamê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Cemîl Rehman jî axivî û got; “Divê zextên li ber konsolosxaneyan zêdetir bibin. Em li ber rêxistinên mafê mirov ji bo êrîşên li ser Efrînê rawestînin, helwestan nîşan bidin.”   Pêşmergeyê Dêrîn û endama komê Derya Omer jî got ku divê Wezareta Pêşmergeyan jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê helwesta xwe nîşan  bide.