Li Diyadînê kêlikên goran şikandin 2018-03-23 14:18:06   AGIRÎ - Li Giyadînê kêlikên gorên aîdê şervanên PKK'ê hatin şikandin û gor hatin texrîbkirin.   Li Navçeya Giyadîn a Agiriyê kêlikên gorên aîdê şervenên PKK'ê ku li goristanana navçeyê bûn, hatin şikandin û gor hatin texrîpêkriin. Gorên ku kêlikên wan hatin şikandin kevirên wan jî ji cihê xwe hatin rakirin.    Li gorî agahiyên ku ji şahidê bûyerê yê ji ber ewlehiyên nexwet navê xwe bide hatin girtin, hat diyarkirin ku duh êvarê polîs û leşker çûne goristanê û  gor taxrîp kirin.   Herwiha hat îdakirin ku qeymeqamê navçeyê Salîh Yaşar jî di dema bûyerê de çûye goristanê.   Hat ragihandin ku kulîkên ji aliyê malabatan ve li ser goran hatibûn bicihkrin jî ji ser goran hatin avêtin.    Di demên nêz de dîsa li Bedlîs, Mêrdîn û li Amedê goristanên aîde şervanên PKK'ê  ji aliyê leşer û polîsan ve hatibûn texrîpêkirin.