Jinên Wanê: Berxwedana li hemberî zilm û dagirkeriyê ferz e 2018-03-23 09:04:10   Zeynep Durgut   WAN - Nerazîbûnên li hemberî dagirkirin û wêrankirina Efrînê berdewam dikin. Li hemberî hemû êrîşan berxwedana Efriniyan jî berdewam dike. Jinên Wanê bertek nîşanî dagirkirina Efrînê dan û gotin ku hedef perçekirina yekîtiya kurdan e.    Hikumeta tirk û hevkarên wê OSO 62 roj in bênavber Efrînê bombebaran dikin.    Di  bomberankirinê de bi piranî  zarok, gelek sivîl hatine qetilkirin. Ji aliyê hikumeta tirk û hevkarên wê OSO'yê  ve  Efrîn hatiye dagirkirin û bi awayekî hovane ji aliyê leşkerên tirk û OSO'yê ve malên Efriniyan tên wêrankirin. Jinên Wanê bertek nîşanî dagirkeriya hikumeta tirk û komên girêdayî wê li gel wê  da û gotin ku  dem dema xwedîderketina li Efrînê ye.    'Em ê  destûrê nedîn hêzên dagirker'   Jina bi navê Wesîle Ozmen anî ziman ku di dîrokê de mînaka dagirkirina cihekî wekî Efrînê nehatiye dîtin û wiha axivi:"Ev 62 roj in êrîşî Efrînê tê kirin.  Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Zilma li ser serê gelê me pêk tê li tu deverên cîhanê nayê dîtin. Cîhan tev li hemberî qetlîamên li Efrînê bêdeng ma.    Netewan hemûyan xwe ker û lal kirin. Helbet em li hemberî vê zilmê bêdeng namînîn. Li hemberî zilmê berxwedan ferz e. Efrîn a Efrîniyan e. Tu kes nikare vê rastiyê bigûherîne. Niha jî Efrîn dagir kirine û malên Efriniyan wêran dikin. Ev şerm e di tu olan de tiştekî bi vî rengî tuneye. Li Efrînê serkeftin wê bibe ya Efrîniyan.  Em ê destûr nedîn ku hêzên dagirker  li ser Efrînê tovên dijminahiyê biavêjin."   'Bi hemû hebûna xwe  em ê ji bo Efrînê bibin deng'   Gevez Ozmen jî bi lêv kir ku  li Efrînê hedef hilweşandina yekitiya civakan bû û wiha berdewam kir:"Efrîn warê yekitiya civakan e. Ji dîrokê heyanî niha Efrîn her tim bi xweşikbûna xwe û ruhê xwe yê berxwedêr hatiye zanîn. Bombekirina Efrînê qetilkirina mirovahiyê ye. Ev tişt ne wîjdanî û li dijî ehleqê şer e. Zilm bi dawî dibe, lê tu car nayê jibîrkirin. Berxwedan jî komkujî jî li dîrokê de tên nivîsandin. Gelê Efrînê nerevî li wir e û dê destûr nede ku dagirkerî li ser xaka wan hebûna xwe ava bike. Gelê Efrînê ji ber şer koçberî Şehbayê û navçeyên derdorê bû. Ax axa Efriniyan e çima wê hinekîdin min rêve bibin gelo evê bê qebûlkirin? Em piştgirên mazluman e. Bi hemû hebûna xwe  em ê ji bo Efrînê bibin deng. Tu hêz dê yekitiya me Kurdan xera neke."   'Berxwedana li hemberî zilmê  bi qasî nimêjê ferz e'   Dayika Fatma Sertkal da zanîn ku Efrîn bi ked û yekitiya kurdan hatiye avakirin û got ku divê ji bo Efrînê herkes bibe yek deng û wiha got:"Zilma li Efrînê li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat. Hemû cîhan li hemberî vê yekê bêdeng ma. Bi tank  û topên xwe ketine Efrînê. Ev yek ne serkeftin e. Me dikujin, me qetil dikin. Lê em rûreşiyê nakin. Berxwedana li hemberî zilmê  bi qasî nimêjê ferz e. Dagirkirina bajerekî ne çareserî ye. Piştî ku Efrînê dagir kirin destpêkê peykerê Kawayê Hesînkar bû hedef. Ev jî nîşanî me dide ku li hemberî berxwedanê hêrseke mezin heye. Em heya dawî piştgirên Efriniyan e. Zilm neçareserî ye. Efrînî ne tenê ne."