ROJEVA 23'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-23 09:00:00   *Di welatê xwe de me weke Kurd û jin gelek zor û zehmetî kişand. Lê ligel hemû zordestiyan bi têkoşîna xwe ya bêhempa me xwest ku em rastiya kurdan û Kurdistanê bi cîhanê bidin qebûlkirin. Ji ber ku cîhan li ser berjewendiyan hatiye avakirin gelek kes naxwazin vê rastiyê bibînin û qebûl bikin loma car caran ev yek mîna ku tu di nava deryayek bê dawî de li gulekê bigerî ye. JI PÊNÛSA JINAN   *Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de anî ziman ku berxwedan ketiye qonaxek nû û dê gelê Kurd bi hêza jiyana hezar salan, bi hêza vîna Hesinkar Kawa têkoşîna xwe bidomînin.   *Nerazîbûnên li hemberî dagirkirin û wêrankirina Efrînê berdewam dikin. Li hemberî hemû êrîşan berxwedana Efriniyan jî berdewam dike. Jinên Wanê bertek nîşanî dagirkirina Efrînê dan û gotin ku hedef perçekirina yekîtiya kurdan e. BI DÎMEN   *Li Cizîrê li mizgeftekê ciwanek ku li milê wî derziya tiryakê hebû, mirî hatibû  dîtin. Piştî vê jinan bang li her kesî kirin ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Jinan bi lêv kir ku bi taybet piştî qedexeyan tiştên wisa zêde derketine holê û wiha pê de çû: “Berovajî vê tu dibêje qey ji bo ev tişt belav bibin di hewldanan de ne. Destên xwe ji ser zarokên me bikşînin.” BI DÎMEN   *Jinên Endamên Mala Gel a Edeneyê, ji bo kirê bidin, patîle û nanê sêlê çê dikin, difroşin û girîngiya piştevaniyê carek din nîşan didin. BI DÎMEN   *Dayika yek ji girtiyên ku ji Bandirmayê surgunê Manîsayê hatiye kirin Mehmet Çoku, Şukriye Çoku diyar kir ku girtî di hucreyê de tên girtin û di bin îşkenceyê de ne. BI DÎMEN   *Dosyayên ku derbarê kesên di bodruma Cizîrê de hatin qetilkirin hatibûn vekirin bi hincetên ne zelal û bi delîlên razber hatin girtin. Yek ji kesên dosya wan hatiye girtin jî ya Yasemîn Çıkmaz e.   *Sîsê Bîngol a 80 salî ya li Girtîgeha Tarsusê ye, ji JIN NEWS’ê re nameyek şand. Sîsê wiha got: “Min zarokên xwe dihişt û şivantî dikir. Min kevir bar dikir. Min 10 zarokên xwe bi şivantiyê mezin kir. Min bi hevjînê xwe re nanê xwe qezenc dikir.  Yên di temenê min de gelekan beriya min koç kirin û çûn. Hevjînê min jî koç kir û çû. Ji min re jî kahr û êşa vê cîhanê ma.”