'Newroza 2018'an dê bibe vejîna hêviyên nû' 2018-03-22 14:46:18   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed    EFRÎN - Tevî ku Gelê Herêma Efrînê ji Efrînê derketin bi moral û çoşeke mezin 21'ê Adarê Cejna Newrozê li Kantona şehbayê pîroz kirin. Her wiha jinên ku beşdarî çalakiyan bûne diyar kirin ku bi rihê Newroza 2018' an wê Efrîn bi ser keve."    Bi boneya 21'ê Adarê Cejna Newrozê jinan nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Bi rihê berxwedana Avesta Xabûr û Barîn Kobanê agirê Newroza 2018'an wê geş bibe û serkeftin dê ya Efrînê be."    Hevseroka Encûmana Zagonsaz a herêma Efrînê Hêvîn Reşîd got:" Cejna Newroza 2018'an li Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û gelê Bakurê Sûriyeyê û li şervanên YPG-YPJ'ê pîroz dikim. Ev berxwedana ku bû 61 roj in li Efrînê li hemberî êrîşên dewleta Tirk didome jî pîroz e. Em weke gelê Efrînê raste ku em ji efrînê derketin, lê nayê wateye ku em ê bihêlin ku Dewleta Tirk di Efrînê de rihet be. Tu caran em ê teslîmkariyê qebul nekin û berxwedana xwe li Kantona Şehbayê dewam bikin."   Hêvînê, anî ziman ku Newroza 2018'an û serkeftina Efrînê wê bibe vejîna hêviyên nû.    Her wiha Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan Suad Hiso jî wiha got:"Newroza 2018'an Newroza berxwedanê ye. Ji ber ku em di berxwedana serdemê de derbas bûn. Tevî ku em ji Efrînê derketin li kêleka gelê xwe yê di şehbayê  me Newroza 2018 'an  pîroz kir û bi serkeftina Efrînê di Newrozê de jî hat xuyakirin."    Ji aliyê din ve jî Endama Koordînasyona jinên Êzidî Gulê Cafer jî Newroza 2018'an li dayikên berxwedêrên serdemê pîroz kir û wiha got:"Dewleta Tirk çawa ku li Şengalê komkujî bi serî Gelê sivîl de pêk anî, îro li Efrînê jî vê komkujiyê dubare dike. Li hember hemû êrîşan jî dewletên Navnetewî bê deng mane û piştgiriyê didin Dewleta."    Gulê di dawiya gotinên xwe de wiha got:"Tu caran Erdogan wê nikaribe îradeya me bişkîne û Efrînê wê bi rihê tekoşerên azadiyê rizgar bibe.   Hevseroka Komîseriya Bilind a hilbijartinan Nesrîn Ibêd wiha got:"Tevî hemû zordestiyan gel berxwedana xwe ya li Kantona Şehbayê dewam dike û Newroza 2018'an bi rihê serîhildana Efrînê pîroz kirin.