Di encama êrîşên hewayî yên TSK'ê de 4 sivîl hatin qetilkirin 2018-03-22 13:42:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encma êrîşên Balafirên şer ên dewleta tirk ku duh bişev li ser gundên başûrê Kurdistanê hatin kirin de 4 kes hatin qetilkirin. Topebarana ku ji duh ve hatine destpêkirin berdewam dikin.   Balafirin Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), êrîşî başûrê Kurdistanê kirin. Bombebarana li ser gundên Wesan, Serkan, Mawna yên herêma Dolî Baleyan duh bişev saet di 01.05'an de hat destpêkirin.   Di encama bombebarana li ser gundê Serkanê de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.   Hat diyarkirin ku ji kesên hatin qetilkirin du jê pêşmergeyên bi navê Bêjen Mustafa û Mihemed Îsmaîl yên ku hatibûn serdana gund in.   Hat diyarkirin ku kesên hatine qetilkirin 4 kesên ku hevalê hev bûne û ji bo seyranê hatine gund in.   Cenazeyê 4 kesên ku hatin qetilkirin ji morga Nexweşxaneya Soranê hatin girtin. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan Bêjen Mistafa û Mihemed Îsmaîl ku pêşmerge bûn li bajarokê Warte bi merasîmekê hatin definkirin.   Êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkriin   Kesên ku tevli merasîma cenazeyan bûn bertek nîşanî dewleta tirk dan û êrîş şermezar kirin. Armanc Warte yê di merasîmê de axivî wiha got: "4 kesên ku ji bo seyranê çûbûn herêma Dola Baleyan ji aliyê balafirên TSK'ê ve hatin qetilkirin.  Êrîşên dewleta tirk tenê li ser Qendîlê nayên kirin li ser tevahiya Kurdistanê tên kirin."   Topebaranê berdewam kir   Li aliyekî din jî yekîneyên TSK'ê duh êvarê jî saet di 17.40'an de li navçeya Sidekan ya Hewlêrê li gundê Lêlkanê  topebaran kirin. Di encma vê topebaranê de kesekî zerar nedît lê zerara malî pêk hat û gelek ajal jî telef bûn.    Her wiha hat ragihandin ku dîsa li herêma navçeya Sidekanê li gundê Bermîzê gundiyên ku kereng top dikirin ji aliyê bajafirên TSK'ê ve hatine topebarankirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin tu kesî zerar nedîtiye lê li herêmê zerara malî pêk hatiye.