Jinên Edeneyî banga xwedîderketina li Efrînê kirin 2018-03-22 12:39:26   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên Edeneyî ku li gel hemû astangiyan qada Newrozê dagirtin, li dijî Dehaqên zalim xwedî li agirê azadiyê ê ku Kawa vêxist derketin.  Jinên ku berxwedana Efrînê silav kirin bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd û daxwaza azadiya Rêbêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan kirin.   Beriya 21'ê Adarê roja Newrozê li gel serdegirtin û binaçavkirinên ku hatin kirin di roja Newrozê de bi deh hezaran kes bi awayekî hemdem li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê herikîn qadan û bi awayekî bi coş agirê Newrozê vêxistin.  Ji avan bajaran yek jê jî Edeneyê ye.  Peyama gel a Newroza Edeneyê ya hevpar bidawîbûna êrîşên li ser Efrînê û Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû.   'Em ê bi ser kevin'   Jina bi navê Hanim Erkendî ku got Neworz cejana gelê kurd e wiha got: "Tayyîp Erdogan di beje ez ê we biqedînim, lê tiştekî ji bîr dike kurd naqedin.  Îro roja me ye, bihara kurdan e.  Bihara lehêngên ku li ser çiyê di berxwedanê de ne.  Bihara lehengên me yên li  girtîgehan e.  Cejan berxwedan û serhildanê ye. Ez ji vir hemû ewladiên me yên ku li ber xwe didin silav dikim.  Kesên ku bi ser ketin ew bûn.  Ji ber ku li gel artêşeke bi hemû hêza xwe êrîş dikir ew têk nebirin. Ez dixwazim ku selilaveke din jî bişînim vê jî dixwazim ji Rêber Apo re bişînim. Dixwazim ku demek berî demekê azd bibe."   'Bila mîlyonên ku meşaleya xwe pêxistine bibînin'   Sultan Aslan a ku xwest Erdogan qadên Newrozê bibîne jî wiha got: " Bila me bibîne ji ber ku ligel hemû tundî û êrîşan me teslîm negirt."  Sultan di berdewamiya axafitina xwe de got ku wê ji vê pêvajoyê gelê kurd bi sûd derkeve û ev tişt got: "Em ê bi ser kevin û em ê ji vî welatî re aştiyê bînin.  Em kurd tenê aştiyê dixwazin.  Lê yên dijberî me her şer dixwazin. Di serî de Rêberê me Abdullah Ocalan ez Newroza hemû girtiyên siyasî pîroz dikim. Bijî Newroz, bijî Efrîn, bijî Serok Apo dibêjim."   'Wê jin Agirê Newrozê gûrtir bikin'   Jina bi navê Fatma Kurt jî ku tevli pîrozbahiya Newrozê bû, got ku gelê kurd di dîorkê de tu carî serî netewandiye û waha dirêjî da axaftina xwe: "Bila xwînrij bizanibin ku em ê serî netewînin li heberî zilmê. Em ê wekhevî û aştiyê bînin. Em îro gelek bi kelecan in.  Ji ber ku em bi rengê xwe hatin qadê û tevili pîrozbahiya Newrozê bûn.  Agirê Newrozê germ e. Pirozkirina Newrozê bi kelecan e. Pîrozkirina Newrozê ya gelê bindest girîng e. Em ê jin Agirê Neworzê Gûrtir bikin.  Ez neworza hemû jinan pîroz dikim. Jin jiyan azadî, bijî Newroz, bijî serok Apo dibêjim."