Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin 2018-03-22 11:07:14   BEDLÎS - Walîtiya Bedlîsê, li 11 gundên Tetwanê, 2 tax û 3 gundên Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kir.   Walîtiya Bedlîsê, li 11 gundên Tetwanê, 2 tax û 3 gundên Motkiyê di saetên şevê de qedexeya derketina derve îlan kir û heya fermana duyemîn dê qedexeya derketina derve berdewam bike.   Gund û taxên hatin qedexekirin wihane: Li Tetwanê gundê Înzan, Uranîs, Xerabengesor, Taxa Sor, Televir, Xoruntus, Qencas, Bablesor, Çankês û taxên Komurlu û Aktoprak, li Motkî jî gundên Xaçinan, Kulluce Koyu, Oxin û taxên Ardiç û Yumurta.