'Efrînê ne ket û ne jî têk çû' 2018-03-22 10:42:09   ENEQERE - Jinên Enqereyê ku ji qada Newrozê bertek nîşanî dagirkirina Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin, "Efrîn ne ket, hat dagirkirin"     Neworz a ku mizgîniya biharê ye li Kurdistan û li Tirkiyeyê li gel hemû astengiyan bi tevlibûna bi sedhezaran hat pîorzkirin. Ji hemû bajarên ku Newroz lê hat pîrozkirin bertekên li dijî dagirkirina Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin. Jinên li Enwreyê yên ku tevli Newrozê bûn gotin, "Em serî natewînin."   'Efrînê ne ket û ne jî têk çû'   Dayika Aştiyê Kadriye Ozgan daxwaza ku bila Newroz aştiyê bîne kir û banga bilindkirina berxweddanê kir. Kadriye ev tişt got: "Efrînê neket û têk neçû. Bila dagirker bizanibin ku bi kuştinê kurd nayên qedanidin û li her derê berxwedana xwe berdewam dikin." Kadriye ya ku got binçavkirin, êrîş û girtin wan bêzar nakin wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila ev jî ji bo wan bibe ders. Her çend ku me bigirin, bikujin jî serê me bilind e û em serî natewînin. Em vê berxwedanê bernadin .Me di vê riyê de canê xwe da û em ê her bidin."   'Li dijî dagirkirinê berxwedana gel heye'   Jina bi navê Sîbel Goktaş a ku Endama Kaldiraçê ye jî diyar kir ku li dijî şerê emperyalîstan wê berxwedana hevpar a gelan bi ser keve û wiha got: "Li gel tundiya ku tê kirin berxwedana gel ji çar hêlan ve berdewam dike. Li gel ku destûr neda Newroz ji bilî 21'ê Adarê ve di tu rojên din de bê pîrozkirin jî bi hezaran kes herikîn qadên Newrozê. Ev dîmen bersîva herî mezin a ji bo dagirkeran bû."   'Bandora Kawa bi hilweşandina peyker naqede'   Dayika Aştiyê ya ku got, "Efrîn neketiye" Munîbe Koç jî  ev tişt got: "Her çendku peykerê Kawa bînin xwarê jî nikarin fikir û ramanên wî têk bibin. Berxwedana wê nayê veşartin."   Bertekên li dijî Tecrîdê   Munîbeyê herî dawî bertek nîşanî  Tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û wiha got: "Em tecrîdê şermezar dikin.  Divê ku ji bo çareseriyê bi Îmraliyê re hevdîtin bê kirin. Ev şer wiha berdewam nake.  Bila êdî bes xwîn bê rijandin."