Nûjiyan Erhan ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin 2018-03-22 09:15:34   ŞENGAL - Kedkara Çapemeniya Azad Tuba Akyilmaz bi nasnava Nûjiyan Erhan a di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesor a Şengalê di êrîşa dewleta  AKP'ê û PDK’ê de birîndar bû û di 22’ê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da, salek di ser qetilkirina wê de derbas bû. Hevalên wê yên çapemeniya azad ku li Şengalê bi wê re xebitîn, hewl dan, biryar û serkeftina Nûjiyan Erhan vegotin. Hevalên wê wiha gotin: “Em wek hevalên Nûjiyanê, soz didin ku em ê di şopa wê de pêş de biçin. Ne tenê Şengal, zilm li ku hebe  em ê li wir bin û dengê heqîqetê bilind bikin.   Ehlam Hecî di destêpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û got wê bi saya Nujiyan Erhan di xebatên çapemeniyê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Min dibistan dixwend. Hat bi min re nîqaş kir, ez qeneh kirim û min bi saya wê dest bi xebatê kir. Tişta bala min dikişand ev bû ku bi her kesî re sohbet dikir. Her tim digot mafê jinên Êzidî ji bo her tiştî heye û divê reng û dengê xwe bide bihîstin. Bi me re nîqaşên dem dirêj dikir. Ev hewldana wê ji aliyê her kesî ve dihat dîtin. Vê hewldana wê bû sedem ku îro hemû gel Nûjiyanê wek keça xwe dibîne.”   Ehlamê li ser hewldanên Nûjiyanê de jî ev tişt bi lêv kir: “Herî dawî di êrîşa Xanesorê de dîsa hevala Nûjiyan li eniya pêş bû. Rojek beriya wê em çûbûn Rojava. Çawa bûyer bihîst hema vegeriya û betaniyek girt û em çûn cihê bûyerê. Ji bo rewşên awarte her dem amade bû. Ji bo êrîşên li dijî Ezidiyan ji cîhanê re ragîhine, li wir bû. Digot ‘vê carê wê wisa bi rehetî neyên, em hene. Wê rastî bê nîşandan.’ Di êrîşa ewil de hevala me Nûjiyan hedef girtin. Di navbera birîndarbûn û şehadeta wê de 23 roj hene. Ev jî nîşan dide ku çiqas berxwedêr e. Berxwe da.  Bi hewldanek mezin. Lê mixabin me ew winda kir.”   Delîla Axîn jî hemû kesên di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û balkişand ser girîngiya xebatên Nujiyanê yên li Şengalê û got: “Şehîd Nûjiyan ji bo me sembolek ku qêrîna jinên Şengalê daye bihîstinê ye. Ji bo qêrîna jinan ragîhîne cîhanê kedek mezin da. Dema min nû nas kir di nav xebatên ciwanan de bû. Çawa min dît ez bi bandor bûm. Rûken bû. Çi dibû bila bibe li pey rastiyê bû.”   Delîla Axîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di pêngava azadkirina Şengalê de cih girt û di eniya pêş de cih girt. Bû dengê jin û gelê Êzidî. Em jî soz didin hevala Nûjiyan ku em ê di şopa wê de pêş bikevin. Wek wê kiriye çi dibe bila bibe li ku zilm hebe em ê li wir dengê heqîqetê bilind bikin. Em ê bibin dengê hemû jinan.”   Sarîna Şemo jî diyar kir ku ew piştî qetilkirina Nûjiyan Erhan tevlî xebatên çapemeniya azad bûye û got: “Ez bi şehîd Nujiyan re nemam. Lê piştî şehadeta wê min biryar da ku ez tevlî xebatên çapemeniya azad bibim. Şehadeta wê pir bandor li min kir. Ji ber di nav gelê Êzidî de gelek dihat hezkirin. Jinên Êzidî pir behsa wê dikir.”