Odeyek aîdê xwe, qadên aîdê xwe, televîzyonek aîdê xwe: JIN TV 2018-03-22 09:06:52   Kîbriye Evren   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Lijneya Weşana Jin Tv Zeynep Erdem, diyar kir ku ew li dijî çapemeniya mêr a dixwazin jinan li gorî xwe bi teşe bikin, wê bibin qîrîna heqîqetê ya jinan û got: “Jin ji bo ku odeyek aîdê wan hebe, qadên aîdên wan hebe, her tim têkoşiyan. Belê niha jî dema televîzyoneke aîdê wan hatiye.”   Li dijî çapemeniya mêr a jinan li gorî nêrîna xwe pêşkêş dikin, êdî dema televîzyoneke jinê jî hatiye. Lİ dijî kesên ku dixwazin ji bo azadiya jinê jî biryarê bidin, tevî hemû zehmetiyan jin bi Jin TV li hember me ne.  Jin TV ya di 8’ê Adarê de dest bi weşanê kir bêguman hedefên wê jî pir mezinin. Endama Lijneya Weşana JIN TV Zeynep Erdem der barê televîzyona jinan de axivî.   Fikra Jin Tv ji ku li ser kîjan hewcedariyê derket holê?   Jin di çapemeniyê de kêm tên dîtin, bên dîtin jî rast nîşan nadin, wek objeya bazirganiyê bi sosretî nîşan didin.  Çapemeniyên muxalîf jî ‘dem hebe’ cih didinê. Ji ber vê em nerehet bûn. Em çapemeniya alîgir ji xwe dizanin.  Pêşkêşkirineke jinê ya di şertên kodkirinên civakî de hebû.  Ev pêşkêşkirin jî cuda tên dayîn. Hinek saziyên çapemeniyê  dibêjin ‘belê jin, esasa zayendê ye’.  Dema reklam tê nîşandan, rêzefîlm tê lîstin jî wisa ye. Ji ber qezenca sereke ya çapemeniya wê ev e.”   ‘Çapemeniya mêr hewl dide jinan bi teşe bike’   Hinek jî vê veşarî dikin.  jinên azad bûne bi hinek tiştên sivik dixwazin wan bixapînin. Dîsa ew diyar dikin, mêr rê didin ber û dibêjin ‘tu azad bî, azadiya te ev e, tuyê wisa bijî, wisa li xwe bikî, wisa bikenî, wisa bimeşî.’Ger bala we jî kişandibe hemû saziyên çapemeniyê wisa hatine peywirdarkirin.   Belê van hemûyan hewcedaryek wisa derxist pêş me. Rastiyeke ku jin çavkaniya jiyanê ye heye.  Lê ev rastî çawa tê dayîn?Di çapemeniya hewîz de ev ne mumkun e.  Jinan di dîrokê de her tim têkoşîna ku odeyek wan hebe, qadek wan hebe dan. Niha jî dema televîzyonek wisa ye.   Hun dikarin behsa asta avakirina wê bikin hinek, we çi zehmetî kişandin?   Di alî nîqaşên fikrî de pêvajo dirêj berdewam kir.  Hatin-çûyîna wê hat nîqaşkirin. Ji ber di qadeke wisa ku kêm jin cih digirin de weşangeriya jinê esas digirin. Gelo me dikaribû ev bikira? Me zehmetiyên mezin wê bidîdat, gelo me dikarî van rabikin?  Avakirina tv wê çawa bûna.  Lê xebatên wisa jiyana jinan diguhere û ev zehmetî jî ser serê me ser çavê me.   ‘Rojevên me dewlemendin’   Di weşanê de kîjan rojev wê bên dest girtin?   Rojevên me pir dewlemendin.  Yanî polîtîkaya weşana me wisa ye. Ger em vê polîtîkayê rast û li gorî xwe bi rêve bibin wê demê wê televîzyonek rengîn a jinê be. Jin siyasetê, jiyanê, aborî, sporê çawa şîrove dike, emê cih bidin vana. Emê rojevên giştî binirxînin.  Jin wê der barê van rojevên giştî de fikrên xwe bêjin. Gotina wan hebe.Ji ber jin ji tu qada jiyanê ne qûtkiriye. Parçeyek wê ye. emê bibin dengê jinan.   ‘Têkoşîna jinan rê li ber pêşektinên nû vedike’   Hemû xebatkar ji jinan pêk tên. Dema jinan ev bihist çi bertek nîşan dan, xebatên we niha çawa derbas dibin?   Bê guman mirov matmayî dimînin.  Bi vê re hesta heyrantiyê jî şiyar dibe. Dema me projeya xwe parve dikir, me îfada ruyê kesan didît.  Projeyek wisa mezin ji hinekan re pir mezin dihat. Lê ma ji xwe hemû xebatên jinan ne wisa ye? Têkoşîna jinê tiştên ku kesî nedipa, qezenc kiriye. Ji xwe televîzyona jinê jîhilberîna têkoşîna jinan a bi salane. Em bi vê motîvasyonê tevdigerin. Bêguman em ne yekem televîzyona jinê a cîhanê ne, mînakên cuda hene. lê em dikarin bêjin ku hemû xebatkarên wê jinin.   JIN TV kanalek navendî ya Ewropayê ye. Bertekên jinên Ewropayê çawa bû?   Televîzyona me tenê cihê wê li Ewropayê ye. Lê ruh û esasa weşana wê ne navendî ya Ewropayê ye. Ji ber em jin JIN TV dixwazin tiştên jiyana modernîst bi jinan daye windakirin jî deşîfre bikin. Em dixwazin koletiya modern ya wek azadiyê tê pêşkêşkirin jî vebêjin. Me projeya Jin Tv li gelek welatan bi jinan re parve kir. Bi jinên Ewropayê re jî kelecanek mezin ava kir. Li Latîn Amerîkayê jî jinan bi kêfxweşî pêşwazî kir. Ev jî me kêfxweş dike.    Weşangeriyeke ku jinan şiyar dike   Weşanên we pirtir wê li ser kîjan bername û naverokan be, hun dikarin hinek agahî bidin?   Konseptek me ya weşanê ya dewlemend heye. Em dixwazin bi serkeftin pratîk bikin.  Armanca me ya pir weşanî heye.Di nav demê de emê zimanên xwe zêde bikin. Emê bernameyên xwe rengîntir bikin. Ez vê bêjim. Emê ji amatoriyê jî netirsin. Emê şaşiyên xwe kom bikin û rastiyê bibînin. Weşangeriyeke ku jinan hişyar dike wê bê kirin.   ‘Em ê mêran aciz bikin’   Em dixwazin ku heta ji destê me bê em ê jiyanek wekheviya mêr û jinê bidin qebûlkirin. Mînak em ê mêran aciz bikin. Em ê rûyê qirêj yê mêran yê li dijî jiyana jinan û zarokan her roj di ekranan de bidin. Emê li çareseriyan bigerin. Emê li dijî tabuyan bin. Bi taybet jî şîdeta li ser jinê wê bê bibe mijar.    Niha weşana testê ye, kengî wê weşan dest pê bike?   Me di 8’ê Adarê de dest bi weşana testê kir. Emê demekê wisa bidomînin. Em naxwazin ecele bikin.   Banga we ji bo jinan heye?   Jinan piştgiriya xwe ya aborî-manevî ji Jin Tv nedan alî.  Ji ber vê Jin Tv mînaka herî xweş a piştevaniya jinê ye. Ez bawer dikim ku wê ji vir şûnde jî wisa be. Jin wê pirtir xwedî li televîzyona xwe derkevin.  Em ji bo kesên eyarên frekansê nekirine, carek din agahiyan parve dikin.    Uydu: Hotbird 13°E   Frekans: 11 054 MHz   Polarizasyon: Horizontal   Symbolrate: 27500   FEC-rate: 5/6