Jinên Efrînî: Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike Efrîn cihekî ewle û aram bû 2018-03-22 09:01:12   Ronîda Hacî   TIL TEMIR - Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê de bi hezaran kes ji ser axa xwe koç kirin û berê xwe dan cihên ewle. Jinên ku ji ber êrîşan li gundê Til Neseriyê bi cih bûn gotin:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike, Efrîn cihekî gelek bi ewle, aram û jiyanek hevpar li wir hebû. Lê niha me ji cih û warê me kirin û dest xistin ser malên me."   Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê de bi hezaran kes ji ser axa xwe koç kirin û berê xwe dan cihê ewle. Jinên ku ji ber êrîşan li gundê Til Neseriyê bi cih bûn anîn ziman ku berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike ew di nava pergalek demokratîk û wekhev dijiyan û di warê ewlehiyê de pirsgirêka wan tunebû. Her wiha jinên Efrînî anîn ziman ku ew di bin topebarana dewleta tirk de bûne şahidê kuştina zarok û jinan û niha jî ji ser axa xwe koçber bûne û zehmetiya dikişînin.   Gulnaz Ehmed anî ziman ku ew di bin topebarana dewleta tirk de bûye şahidê gelek êşên mezin lê tevî hemû zordestiyan wan berxwe dane û wiha got:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike li Efrînê jiyanek aram û ewle hebû. Lê piştî dewleta tirk bi balafirên şer, tank û topan êrîşî Efrînê kirin gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrîşan, ji bo ewlehiya xwe em mecbûr man ku berê xwe bidin cihên ewle. Lê baweriya me bi hêzên YPG-YPJ'ê tê. Ew ê Efrînê ji dagirkeriyê xelas bikin."   'Me bejna xwe netewand me heta dawiyê li ber xwe da'   Elîfa Reşo da zanîn ku berî dewleta tirk êrîşî Efrînê bike Efrîn cihekî ewlebû û wiha got:"Hêzên navneteweyî yên ku piştgirî dan dewleta tirk di heman demê de pergala wekhev û demokratîk jî hedef girtin. Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest da. Lê tevî vê yekê gel heta dawî li ber xwe da, axa xwe terk nekir. Me bejna xwe netewand me heta dawiyê li ber xwe da. Em ê niha jî berxwe bidin û hêviya me ew e ku Efrîn ji dagirkeriyê rizgar bibe."   'Berxwedana Efrîniyan didome'   Jina bi navê Fîdan Reşo diyar kir ku ji bo parastina zarokên xwe ya ji top û tankên Tirkiyeyê wê berê xwe da Til Temirê û got :"Li Efrînê em bû şahidê qetilkirina gelek sîvîlan. Di encama topebarana dewleta tirk de hinek kes li kuçeyan, hinek di malên xwe de, hinek di rê de, hinek zarok jî di dergûşên xwe de dihatin qetilkirin. Ji bo zarokên min jî nebe qurbana tanq û topên dewleta tirk ez mecbûr mam ku koç bikim. Lê tevî hemû zehmetiyan û zextan berxwedana Efrîniyan didome. Em bejna xwe natewînin û em ê heta dawî têbikoşin."