Agrirê Newrozê Meletyê jî germ kir 2018-03-21 17:04:08   MELETÎ - Li Newroza Metiyê ku Kemal Kurkut nehat jibîrkirin, hat diyarkirin ku wê  Kemal bi sala ciwanên berxwedêr her li qadên Newrozê be.   Li Meletiyê ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên serê sibehê de sendîkayên kedkar û karmendên ku kom bûn bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" û " Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" ber bi Qda 1'ê Gulanê ve meşiyan.    Di pîrozbahiya ku li dijî şer peyamên aştiyê hatin dayîn de nûnerên partiyên siyasî gel silav kirin.  Pîrozbahiyê bi axaftina Heserokê HDP'ê Bajrê Metiyê Mustafa Aksu dest pê kir û piştî vêxistina agirê newrozê pîrozbahî bi govend û dîlanê hat berdewam kirin.   'Wê kemal Kurkut her li qadên Newrozê be'   Piştre Endama PM'a HDP'ê Selma Metîn axivî. Selma Kemal Kurkut ê ku di naewroza sala buhirî de li Amedê hat qetilkirin bi bîr anî û wiha got: "Kemal ji warê Zîlanê ji meletiyê ye û ciwanekî me yê ku bêyî  serî bitewîne her li ber xwe daye ye. Bi vê minasebetê em îro hemû ciwanên ku di Newroza Meletiyê de em tenê nehiştin silav dikin. Em  Kemal ji bîr nakin .Wê kemal her bi saya we ciwanên berxwedêr li qadên Newrozê be."   Nurnerên partiyên siyasî yên ku axivîn jî gotin ku divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên dijdemokratîk ên li dijî kedkar û xebtkaran berde û li dijî van polîtîkayan banga berxwedanê kirin.    Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.