ÎHD: Newroz nîşana wekhevî û aştiyê ye 2018-03-21 13:00:45   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Cejna Newroza gelên Mezopotaymayê yên li dijî zilma Dehakan serî hildaye, pîroz kir.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi munasebeta Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Mezopotamayayê bi salan e Newrozê pîroz dike û hat gotin ku Newroz ne tenê hatina biharê ye di heman demê de tê wateya têkoşîna gelên ku bi pêşengtiya Hesinkar Kawa li dijî zilmê serî hilda ye."    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Newroz nîşana wekhevî û aştiyê ye û em Newroza hemû gelên ku li dijî Dehakan serî hildidin pîroz dikin.