Li Bakirkoyê dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê tê berzkirin' 2018-03-21 13:00:01   STENBOL - Li Stenobolê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku di pêşengiya HDP û HDK'ê de hat amadekirin gel bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin, li Efrînê bi ser kevin" gel bi kincên xwe yên neteweyî û bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" diharike qada Neworzê ya li Bakirkoyê.   Li Stenbolê ji bo Newroza ku di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK)  ku bi dirûşma  "Em ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin, li Efrînê bi ser kevin" hat organîzekirin gel bi kincên xwe yên neteweyî û bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" diharike qada Neworzê ya li Bakirkoyê.   Bi sed hezaran welatiyên li nokteyên polîsan di lêgerînê re derbas bûn ketin qadê. Ji ber lêgerîna polîsan bi deh hezaran ketin dorê û tevlihevî pêk hat. Girseya ku li nokteyên lêgerînê kom bû bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrinê" "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girseya ku ket qadê li ber def û zurneyan govend gerandin û bê navber li qadê dirûşmeya “Qatîl Erdowan”, “Zext me têk nabin", “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Efrinê" berz dikin. Herikîna qada Newrozê berdewam dike. Piştî girse li ber nokteyên polîsan zêde kom bûn, polîs neçar man nokteyên kontrolê rakin û girse diherike qada Newrozê.    Pankart negirtin hundir   Girseyê xwestin pankartên “Em ne şer aştiyê dixwazin" û “Dehaqên Zalim dê winda bikin Kawayên Şoreşger dê bi ser bikevin" têixîn qadê. Lê polîsan destûr neda pankartan. Amîrê polîsan fermana 'Tişta we ne eciband negirtin hundir' da polîsan. Gelek welatiyan li dijî astengiyên polisan di ber xwe dan û alavên li ser xwe nedan polisan. Polîsan di lêgerînê de tîşortên li ser “Kurdistan” nivîsandibû jî desteser kirin. Dîsa rengên kesk, sor û zer jî desteser kirin. Polîsan di nokteya lêgerînê de rojnameger jî asteng kir û nexwest niqaşên navbera wan û gel bikişîne.    Dirûşmên "Bijî berxwedana Erînê" hatin berzkirin   Li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê", û “Bijî Serok Apo” tên berzkirin. Girseya ku daket qada Newrozê bê navber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” berz dikin. Li ser dikê jî pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin.   Herikîna qada Newrozê didome.