'Em ê agirê Newrozê di dilê xwe de her geş bike' 2018-03-21 12:42:28   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erebo derbarê Newroza 2018'an de peyama bi rihê berxwedana Efrînê bilindkirina têkoşîna mayinde da û got:"Newroz berxwedana li dijî zilmê ye. Em ê bi agirê Newrozê yê pîroz li dijî zilmê berxwe bidin."     Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erebo derbarê Newroza 2018'an de anî ziman ku hilweşandina peykerê Hesinkar Kawa nayê wateya bidawîbûna berxwedanê. Em ê li dijî vê yekê berxwedana xwe berztir bikin.    Hîvayê Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir û got:"Newroza îsal bi rengekî cuda û bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê tê pîrozkirin. Em hemû salên ku Newroz hatiye pîrozkirin li dijî zilmê sekinîne. Em ê îsal jî li dijî zilmê û kesên ku li Efrînê peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin bisekinin û bejna xwe li dijî wan netewînin. Em ê bi rihê berxwedana Hesinkar Kawa û Mazlum Dogan li dijî faşîzmê serî hildin.    'Dê berxwedana serdemê bidome û agirê Newrozê her geş bimîne'   Hîvayê da zanîn ku dê berxwedana serdemê bidome û agirê Newrozê her geş bimîne û got:"Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û dê berxwedana serdemê ya Efrînê bidome. Em ê bi reng û çanda xwe ya kevnar û giranbiha ji bo axa xwe şer bikin. Em ê agirê Newrozê û berxwedana xwe her zindî bihêlin."   'Berxwedana gelan wê bi ser bikeve'   Hîvayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo têkoşînê dakevin qadan û got:"Divê em gelê Kurd bi rihê yekîtî û berxwedanê dirûşma xwedîderketina berxwedana Efrînê berz bikin û agirê Newrozê di dilê xwe de her geş bikin."