Peyama jinan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan û Efrînê 2018-03-21 12:25:27   AMED - Peyama jinên Amdê ya hevpar ku hatin qada Newrozê; "Em ji bo ku piştgiriyê bidin Efrînê li qadê ne. Bila herkes bizanibe ku heta em hebin wê  serkeftin ya me be.  Heta ku em hebin em ê bi serokê xwe re bin."    Amediyên ji serê sibehê de ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe dan qadê. Jinên Amdeî jî bi kincên xwe yên neteweyî qad xemilandin û li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.    Jinên ku li qdê kom bûn hestên xwe parve kirin:   'Em ê nekevin û bi ser kevin'   Jina bi navê Meryem Yaşar ku diyar kir ew her sal tevli pîrozbahiya Newrozê dibe wiha got: "Ez ji gerîlayên me re, ji kesên li Efrînê di berxwedanê de ne û  ji Abdullah Ocalan re silavên xwe dişînim.  Newroz cejna gelê kurd e.  Ez her sal li gel hemû astengiyan têm qada Newrozê. Heta gelê Amedê ev gel be em ê nekevin û bi ser kevin."   'Ev 30 sla e ku ez li qada Newrozê me'   Saniye Tanriverdî jî got ku ew 30 sla e tê qadê Newrozê pîroz dike û ev tişt got: "Bila Abdullah Ocalan azad be .Heta ku em hebin em ê bi serokê xwe re bin.  Em ê dawî li zilmê bînin. Bila her kes bizanibe ku heta Abdullah Ocalan azad nebe wê azadtî tune be."   'Em ji bo Efrînê li qadê ne'   Methiye Demîrkol jî got bila êdî şer bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila êdî ev komkujî bi dawî bibin. Li Efrînê kurd bi ser kein. Ji bo ku ez piştgiriyê bidim Efrînê ez li vir im."   'Deriyê me ji her kesî re vekirî ye'   Meryem Akar jî diyar kir ku divê her kesê bi rûmet îro li  vê qadê be û wiha got: "Çi dibin bila bibin bila bên. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Em ê bi hev re bi ser kevin."   'Heta ku em hebin em ê bi ser kevin'   Selîme Yavsun a ku herî dawî axivî jî ev tişt got: "Ez silavê xwe ji Apo re dişînim.  Em êdî ji vê zilmê re dibêjin bes e. Nabêjin ku ev zark an jî jin e û qetil dikin. Em êdî ji vê zilmê re dibêjin bes e."