Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin 2018-03-21 12:23:43   ŞIRNEX - Gelê Cizîra Botan ji bo zilma li ser xwe bişkîne bi deh hezaran dimeşin Qada Newrozê. Tevî hemû tecrîd, zext, tundî, binçavkirin û girtinan, gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî berê xwe dan qada Newrozê. Gelê daketin qada Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” Efrîn silav kir.    Bi deh hezaran welatiyên Cizîra Botan tevi hemû zext, tundî, qedexe, girtin û binçavkirinan, bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serêsibê de herikîn qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê. Bi hezaran kesên serê sibê li qadê kom bûn, dest bi pîrozbahiyê kirin. Ji ber ku hemû gelê Cizîrê berê xwe dan qada Newrozê, nava bajar bêdeng e. Gelê Şirnex, Silopî, Hezex, Qileban, Bêşebab, Bassa û bajarokên din jî ji bo Newrozê pîroz bikin berê xwe dan Cizîrê. Her çend polisan gef li aşojokan xwarin jî dîsa ajokaran welatî anîn qada Newrozê. Welatiyên hatin qada Newrozê di kontrola GBT'ê derbasî qada Newrozê bûn.    Gel astengiyên polîsan nas nekir   Polîsan li gelek cihan, nokteyan kontrolê ava kirin û welatiyên ji dervê navçeyê hatin rawestandin. Tevî ku polîsan gelek maşîne rawestandin jî, gelê ku maşîneyên wan hatin desteserkirin bi meş herikîn qada Newrozê. Gelê ku astengiyên polîsan derbas kirin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” berê xwe dan qada Newrozê.    Pankartên Kurdî desteser kirin   Dema girseyê nokteyênk polîsan derbas kirin û xwestin têkevin qadê dîsa di lêgerîna polîsan re derbas bûn. Vê carê polîsan pankartên kurdî desteser kirin û destûr neda ku pankartên kurdî derbasî qada Newrozê bikin.  Tevî hemû astengiyan gelê Cizîrê û navçeyên Şirnexê bi kiras, fîstan, şal û paşikên xwe ketin qada Newrozê û qada Newrosê rengandin. Gelê ku astengiyên polîsan derbas kirin û ketin qada Newrozê Berxwedana Efrînê silav kirin û bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê", "Her der Efrîn, her der berxwedan" berz kirin. Gel pankartên “Newroz pîroz be” rakirin û alên HDP, DBP'ê li ba kirin. Bi hezaran kesên ketin qadê li ber stranan govendê digerînin.    Girseya ket qadê bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, "Bijî Newroz" û "Bijî berxwedana Efrînê" berz dikin.    Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê komîteyae Amadekar a Newrozê Ali Akdeniz gel slav kir. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir û Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez dê axaftinan bikin. Newroz dê bi stranên hunermend Kadir Çat, Umut Botan Xezal berdewam bike.    Tevî hemû astengiyan herikîna gel a Qada Newrozê berdewam dike.